PWK: Em cezaya ku li Abdullah Zeydan hatîye birîn şermezar dikin

PWK: Em cezaya ku li Abdullah Zeydan hatîye birîn şermezar dikin

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser biryara dadgehê ya li dijî Abdullah Zeydan daxuyaniyek da. PWK di daxuyaniya xwe de ev biryara dadgehê şermezar kir û nerazîbûna xwe anî ziman.

Daxuyaniya PKWê wiha ye: 

Em cezaya ku li Abdullah Zeydan hatîye birîn şermezar dikin

Dadgeha 5emîn a  Cezayên Giran a Amedê, bi hinceta `alîkarîya rêxistinê’ kirîye, 3 sal û 9 meh ceza da Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan.

Doza ‘alîkariya rêxistinê’ bi hinceta ku sala 2015ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê beşdarî çalakîya ‘mertalê zindî’ bûye û ketiye ‘erêma qedexe’ hatibû vekirin.

Ev ceza, encama sîyaset û hişmendîya tune hesibandin û binpê kirina azadîya ramanî û rêxistinî ye.

Em vê biryarê şermezar dikin.

Dewleta Tirkîyeyê divê dest ji  êrîş û kiryarên xwe yên bi vî rengî berde.

11.02.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin