PWK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin
PWKê di salvegera 21emîn de qatil û piştgirên vê komkujiyê şermezar kir û hemû şehîdên vê êrîşê bi rêzdarî bi bîr anî.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera 21emîn a êrîşên 1ê Sibata 2004an a li Hewlêrê de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya PWKê wiha ye:
Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin
Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.
Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKyê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn.
Êrîş di dema pîrozbahîyên cejnê de hatîbûn kirin û di nav kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurdistanê yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKyê jiyana xwe ji dest dabûn.
Em di 21emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.
01.02.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin