
PWK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin
.
A+A-
"45 sal berê,sal1978, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Girgumê(Meraşê), li Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate kirin.
Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst ên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîzekirin û li darxistin.
Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin kuştin, 1500 kes jî birîndar bûn.
Di 45emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin.
Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin."
19.12.2023
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin