PWK: Êrîşên li ser zimanê kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahîyê ye

PWK: Êrîşên li ser zimanê kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahîyê ye

.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê hinek şaredarîyên bajar û navçeyan, ji bo alîkarî û balkêşîya hemwelatîyan, hinek qeîdeyên trafîkê bi kurdî li erdê nivîsandin.

Lê walîtîyên bajaran û hinek kesên ne dîyar, wan nivîsên bi kurdî li erdê hatine nivîsandin reş dikin û xera dikin.

Ji ber ku  li dijî vê helwesta Walîtîya Amedê derketibû û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî parastibû, di derbarê Mamosteyê Unîversîteya Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî de jî lêkolîna yasayî hatibû destpê kirin, serdozgerîyê îfadeya wî wergirtibû.

Li Amedê, wan nivîsên ku Walîtîya Amedê reş kiribû, şaredarîyê dubare ew nivîs dan nivîsandin; lê Walîtîya Amedê dîsa wan nivîsna reş kir.

Cîhê balêye ku, Serokkomar Recep Tayîp Erdoganê ku TRT-KURDİ, Dersa Bijarte ya Kurdî û li çend unîwersîteyan beşên Zimanê û Edebîyata Kurdî dabû destpê kirin, nuha rê dide ku walîtêyên hinek bajaran êrîşên bi vî rengî bînen ser zimanê kurdî.

Bêgûman wê tu êrîş û ceza nikaribe, me ji lêxwedîlêderketina zimanê xwe dûr bixe.

Em jêbirin û reşkirina nivîsên kurdî yên ji bo hişyarîya trafîkê, lêkolîna yasayî ya di derbarê Prof. Dr. Cenap Ekîncî û hemû êrîş û neheqîyên li ser zimanê kurdî protesto û şermezar dikin.

Em bangî miletê Kurd dikin da ku bi kurdî biaxivin, kurdî fêr bibin, kurdî bikin zimanê jîyanê!

Em bangî hemû şaredarîyên li Bakurê Kurdistanê dikin da ku zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) bikin zimanê duyem yê şaredarîyan û navên kurdî yên hemû  bajar, navçe û herêman li gel navên bi tirkî bikar bînin.

Em bangî hemû baroyên li Bakurê Kurdistanê dikin ku di derbarê van êrîşên li ser zimanê kurdî dozan vekin û di qada navneteweyî de jî, ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê li gorî wan peymanên ku îmze kirîye tevbigere, hemû hewlên pêwîst bi cîh bînin.

Belê, êrîşên li ser zimanê kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahîyê ye.

Zimanê me rûmeta me ye.

PÊŞÎ KURDÎ

06.08.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2024-07-29-at-18-18-24-001.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin