PWK li Batmanê komkujîya Robozkê bıbîranî

PWK li Batmanê komkujîya Robozkê bıbîranî

.

A+A-

PWK li Caddeya Gulistanê saet 13.00 an de bi endam û rêvebirên xwe civîya .Bi pankart û alaya Kurdistanê dest bi bîranînê kir .Serokê Şaxa Batmanê yê PWK Aziz Özdemir hinek hurgulîyê buyera Robozkê anî ziman û got:

“ Îro 13 sal di ser komkujiya gundê Robozikê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê re derbas dibin ku tê de 34 welatiyên sivîl bi balafirên şer ên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Komkujiya Robozikê yek ji komkujiyên mezin ên Komara Tirkiyeyê ye ku 13 sal di ser re derbas bûne lê heta niha ti kesek, berpirs an jî rayedarek derbarê wê de nehatiye cezakirin.

Li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilabanê, şeva 28ê Kanûna Pêşîna 2011an balafirên şer ên Tirkiyeyê welatiyên sivîl ên Kurd ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin bombebaran kirin.

Dema 34 welatiyên sivîl ku ji wan 19 zarok bûn ji aliyê Başûrê Kurdistanê vedigeran li sînor ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê ve bi kom hatin kuştin.

Her sal 34 qurbaniyên komkujiyê li gorsitana gundê Bêcihê bi çalakiyekan tên bibîranîn.

Malbatên qurbaniyan her sal li ser goristana qurbaniyan banga edaletê dikin.

Malbatên qurbaniyan tevî hemû astengî û zextan edaletê dixwazin û dibêjin bila kujer bêne cezakirin.

Heta niha jî kujerên ku biryara bombebaranê daye balafirên şer ên Tirkiyeyê û bûne sedema kuştina 34 welatiyan nehatine cezakirin.

Derbarê ti sûcdarekî de jî heta niha doz nehatiye vekirin.

Bi ser vê yekê de jî fermanderên wê heyamê di artêşa Tirkiyeyê berpirs bûn piştre pileyên wan hatin bilindkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, herî dawî 17ê Gulana 2018an bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe de amade nekirine dosyeya doza Komkujiya Robozikê red kir.

Redkirina dozê di navbera (HDP) û Baroya Şirnexê de bûbû sedema aloziyan û wan hevdû bi xemsariya di dozê de tohmetbar kiribû.

Malbatên Robozikê wêneyên zarokên xwe qet heta niha jî ji ber sîngê xwe kêm nakin.

Wekî ezîzên ber dilê wan hîn jî li jiyanê bin wêneyên wan bi xwe re digerînin.

Her wuha ew ezîzê Robozikê ,ezîzê ber dilê me ne jî.”

Paşî Aziz Özdemîrî daxuyanîya PWK xwend. Daxuyanî li jêre:

“Me qetlîama Robozkê ji bîr nekirîyê û emê ji bîr nekin

Şeva 28.12.2011an li Robozkê 34 Kurdên ku piranîya wan zarok û ciwan bûn, bi êrîşa balafirên Dewleta Tirkîyeyê hatin qetil kirin.

13 sal li ser qetlîama Robozkê yê derbas bû.

Ev qetlîama ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatîye kirin, hîna jî weke ''faîlî maçhûl'' maye.

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye û tu carî ji bîr nabe.

Em vê qetlîamê şermezar dikin.

Em şehîdên Robozkê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.”

Piştî xwendina daxuyanîyê 5 xuleleka çalekiyek runiştinê pêk anîn.

28.12.2024

Şaxa Batmanê Ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

471733223-10232976421220228-8827246805721153241-n.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin