
PWK li Mîdyatê Beşdarî Pîrozbahîya Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzdî Bû
.
A+A-
Roja 16.04.2025ê, bi beşdarîya girseyeke mezin a êzdîyên li Kurdistanê û yên ji Ewropayê hatibûn, li gundê Bacinê yê navçeya Mîdyatê ya bajarê Mêrdînê, Cejna Çarşema Sor a kurdên êzdî hate pîroz kirin.
Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mûsa Ekîngen û Hamdusena Demîrel û rêvebir û endamên PWKyê yên Batmanê beşdarî pîrozbahîya cejnê bûn.
Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr di pîrozbahîyê de axaftinek kir û cejna xuşk û birayên me kurdên êzdî pîroz kir.
16.04.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin