
PWK: Lîstikvanê kurd, Bavê Teyar, di êrîşa Dewleta Tirkîyeyê de şehîd ket!
.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Lîstikvanê kurd, Bavê Teyar, di êrîşa Dewleta Tirkîyeyê de şehîd ket!
Şanoger û lîstikvanê kurd Cûma Xelîl Îbrahîmê ku wekî Bavê Teyar tê naskirin, di bombebarana DewletaTirkiyeyê de şehîd ket.
Dewleta Tirkiye dîsa bi dron, topbaran û balafirên şer Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Balafirên Dewleta Tirkiyeyê roja 18.01.2025ê, careke din, sivîlên ku ji bo çûbûn Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest dan û 15 sivîl jî birîndar bûn.
Şanoger û lîstikvanê kurd Cûma Xelîl Îbrahîm ê ku wekî Bavê Teyar tê naskirin jî di vê êrişê de birîndar bibû.
Tîmên tenduristîyê, Bavê Teyar û birîndarên din ji bo dermankirinê gîhandibûn nexweşxaneyê. Lê mixabin, Bavê Teyar îro li nexweşxaneyê şehîd ket.
Em van êrîşên Dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin û carek din bangî wê dikin ku dev ji van êrîşên xwe berdin!
Ruhê Bavê Teyar û hemû şehîdan şad, cîhê wan biheşt be.
Em ji malbata Bavê Teyar û hemû şehîdên di van êrîşan de canê xwe ji dest dane û ji gelê xwe re sersaxîyê, ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.
19.01.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin