
PWK: Meha Remazanê li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz be
.
A+A-
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta Meha Remazanê daxuyaniyeke pîrozkirinê da.
Di daxuyaniyê de PWK got: "Bi hêvîya ku Meha Remazanê ji hemû mirovahîyê re li hemû cîhanê bibe wesîleya aşitî, aramî, edalet û jiyaneke mirovane û li her çar perçeyên Kurdistanê bibe destpêka hevkarî û tifaqên neteweyî, bibe destpêka bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û gelê me li ser axa Kurdistanê bikaribe mafê xwe îdare kirinê bidest bixe; em Meha Remazanê ya hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin."
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
01.03.2025
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin