PWK ,Mele Îmadedîn Yetiz ( Seydayê Gurdilî) bibîranî

PWK ,Mele Îmadedîn Yetiz ( Seydayê Gurdilî) bibîranî

.

A+A-

Roja yekşemê, 02.12.2024ê, bi minasebeta çaremîn salvegera wefata welatperwerê Kurd Mele Îmadedîn Yetîz (Seydayê Gurdilî), malbata Mele Îmadedîn Gurdilî û Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) li gundê Kerikê li ser mezelê wî merasîmeke bibîranînê li dar xistin.

Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr û gelek endamên PWKyê, li gel malbata Îmadedîn Gurdilî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.

Di destpêkê de, Mele Kazim dua û fatiha xwend.

Paşê Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr bixêrhatina beşdaran kir û beşdaran li ser mezelî wî Alarengîn raxistin ,pankart vekirin ,rêzgirtin pêk anîn.

Kurê Seyda ,Şerefxan Yetiz li ser navê malbatê bi xêr hatin da bêşdaran û sipasîya xwe kir.

Liser jîyan û helwesta Seyda axaftinek kir.

Paşî, Serokê şaxa Batmanê ya PWKyê Aziz Özdemir axift.

Aziz Özdemir di axaftina xwe de girîngîya, ked û xebata welatperwerê Kurd Îmadedîn Gurdilî anî zimên û got "Kedkarê doza netewî, sîyasetmedar û helbestvanê welatperwer Seydayê Gurdilî, Melle İmadettîn Yetîz çar sal bere, koça dawî kir ,jiyana xwe ji dest da.

Seydayê Melle İmadedîn Yetîz, nêzikî 60 salî wek rewşenbîr, sîyasetmedar û helbestvanekî dilsoz û welatperwer, di doza azadîya Kurd û Kurdistanê de, kesayetekî hêja bû.

Seydayê Gurdilî, Kurdperwerek sîyasî, helbestvanekî têkoşer û xizmetkarê netewa xwe bû.

Di hişyarbûn û belavbûna fikir û ramanên netewî de, tevî feqîyê xwe, li herêma Xerzan, Deşta Bişerîyê, li herêma Batman û Silîva kar û xebatên hêja kirîye.

Em li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji malbatê re, ji dost û hezkîrîyên Seyda re, ji gelê me re, careke din sersaxîyê dixwazin. Cihê wî bihuşta rengîn be. Herdem mêvan û beşdarê civata Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Seyîd Riza û Şex Said Piranê be."

Em şopgerê Xweda jê razî ne.Ruhê wî şad cîyê wî biheşt be.

02.12.2024

Şaxa Batmanê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK)

1-435.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin