
PWK: Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan
.
A+A-
(PWK): Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê
"Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan
Li gorî agahdarîyên ku gihîştine ber destên me, îro (09.07.2024) serê sibê, di saet 05:00an de, polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê avêtine ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamên platformê û Ferîd Azad hatîye desteserkirin. Herweha, Platform nagihêje çend hevalên xwe.
Em vê êrîşê û desteserkirinan şermezar dikin.
Rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe divê demildest bêne berdan"
09.07.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin