PWK: Serokê serîhildana miletê Kurd a 1925ê Şêx Seîd û hevalên xwe îro jî rêya me rohnî dikin
.
Teşkîlata Azadiyê (Komîteya Îstîklalê) ya ku serokê wê Xalid Begê Cibrî bû, biryar dabû ku, bi amadekarî û xebateke sîyasî, leşkerî, civakî li Bakurê Kurdistanê serîhildanekê dest pê bike.
Dewleta Tirkîyeyê, bi vê biryarê hesîya û ji bo rê li ber vê serîhildanê bigire, berîya ku serîhildan dest pê bibe, Serokê Tevgera Azadîyê Xalid Begê Cibrî û rêvebirê Tevgerê Yusuf Ziya Beg girtin.
Di roja 13yê Sibata 1925an de jî, di demeke ku Şêx Seîd tê Pîranê, leşkerên Dewleta Tirkîyeyê dora wê mala ku Şêx Seîd û hevalên xwe lê dimînin digrin û dibin sebep ku şerekî mezin li wê derê derkeve û serîhildana bi rêberatîya Şêx Seîd bi vî rengî, ji wexta ku hatibû plan kirin zûtir û bi bê amadeyî destpê dibe.
Di demeke kurt de serîhildan li gelek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê belav bû.
Lê ji ber ku serîhildan bêyî amadekarîyeke pêwîst destpêbibû, piştî du mehan, Şêx Seîd ji bo ku bikaribe hêzên xwe biser hev bîne, paş ve vekişîya.
Di roja 14yê Nîsana 1925an de Milazim Qasim(Binbaşi Qasim) ê hevlingê Şêx Seîd bû, Şêx Seîd û hevalên wî, li ser Pira Abdurahman Paşa ya ku li ser Çemê Mûradê ye xistin kemînê û li wê derê Şêx Seîd û hevalên wî teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin.
Di eynî rojê de, di roja 14yê Nîsana 1925an de li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê, li Hefsa Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin kuştin.
Şêx Seîd û 46 hevalên wî di Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqê ya Dewleta Tirkîyeyê de bi awayekî bêhiqûqî hatin darizandin û di roja 29ê Hezîrana 1925an de li Amedê li Qada Derîyê Çîyayî (Dağ Kapı Meydanı) hatin darvekirin.
Ev serîhildana ku bi serokatîya Şêx Seîd pêk hat, di encamê de bi qetil kirina bi deh hezaran Kurdan û bi şewitandin û wêran kirina bi sedan gundan di nav rûpelên dîrokê de cîhê xwe girt.
Dewleta Tirkîyeyê, heta îro jî cîhê mezelê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg û 46 hevalên wan veşartî hiştîne û nîşanî malbatên wan nekirine.
Serîhildan û Tevgera Kurd a bi serokatîya Şêx Seîd efendî, li dijî wê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ku miletê Kurd tune hesibandîye û xwestîye tune bike, nîşan û sembola rûmet û hebûna miletê Kurd bû, nîşana daxwaza mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd û nîşana dazwaza azadîya Kurdistanê bû.
Şêx Seîd serokekî netewî, olî û civakî yê miletê Kurd û yê kurdistanîyan e; rûmeta me ye.
Ew agirê ku Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û hevalên wan ji bo azadîya miletê Kurd û kurdistanîyan pêxistibûn, ew hişmendî û hestên netewî, niştimanî yên Şêx Seîd efendî û hevalên wî , weke pêleke doza azadîyê berê xwe da Agirîyê, Dêrsimê, ji wê derê çûn Mehabadê û nuha jî li Hewlêrê li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê bûye ala serfirazîyê û li ba dibin.
Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me jibo destkeftinên xwe bipêrêze û ji bo berfirehkirina wan destkeftinên xwe, jibo mafên xwe yên netewî, kulturî û demokratîk têdikoşe.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî agirê azadîyê di astên cuda û bi şêweyên cuda, bêwestan berdewam dike û geş dibe.
Li Bakurê Kurdistanê jî eve 100 sale li himberî sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya li ser esasê înkar, îmha û asîmîlasyonê tê meşandin, têkoşîna azadîya milete kurd ya ji bo azadîya Kurdistanê ranewestîyaye.
Sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê îro jî her li ser wê hişmendîya 100 sale berdewame tê meşandin. Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dest ji wê sîyaseta xwe ya beyhûde ya înkar, îmha û li dijî kurdan berde û gavên ewil ji bo qebûl kirina nasnameya miletê kurd û bicîhanîna mafên wî yê neteweyî, demokratîk bavêje. Ji bo vê jî, divê dawî li şerê heyî, şîdetê û hemû çalakîyên çekdarî bêne anîn; divê bi hemû partîyên sîyasî û dezgehên sivîl ên miletê Kurd dîyalog bê destpe kirin.
Tecrubeya 100 salî ya Cimhûrîyeta Tirkîyeyê îspat kirîye ku, heta pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe, dê li Tirkîyeyê jî azadî, demokrasî, edalet û wekhevî pêkneyê.
Di 99emîn salvegera destpêka serîhildanê de em Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg, Dr.Fuad û hemû rêvebir û beşdar û şehîdên serîhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Bi vê wesîleyê em careke din dîyar dikin ku divê Dewleta Tirkîyeyê cîhê mezelê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û 46 hevalên wan, cîhê mezelê Seyîd Riza û hevalên wî û cîhê mezelê Seîdê Nûrsî aşkere bike.
13.02.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin