PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
.
Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 15.05.2024ê, bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî, li Amed, Mêrdîn û Batmanê êlegên ku li ser wan ‘’Zimanê Kurdî Hebûna Me Ye’’, ‘’Zimanê Kurdî Rûmeta Me Ye’’ hatibû nivîsandin ve belavok belav kirin.
Amed
PWKyîyan li Amedê ji gereka Ofîsê heta Balikçilarbaşi, di nav gel da, belavok belav kirin.Di dema belav kirina belavokan da, endam û rêvebirên PWKyê bi sloganên xwe jî gelê me dawetî lêxwedîderketina zimanê kurdî kirin. Paşê PWKyîyan seredanan Mala Dengbêjan kirin û ji bo xebata wan ji bo zimanê kurdî spasîya dengbêjan kirin.
Qoser/Mêrdîn
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê , di destpêka çalakîyê da, ji Cadeya Ruhayê heta Qada Azadîyê, rêvebir û endamên PWKyê di nav gel da belavok belav kirin. Paşê li Qada Azadîyê endamê Meclîsa PWKyê Nezîr Gelerî daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Zimanê Kurdî da xwend.
Batman (Êlih)
PWKyîyan roja 15.05.2024ê, li Batmanê (Êlih), bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî, ji Cadeya Ruhayê heta Qada Azadîyê di nav gel da belavok belav kirin. Di destpêka çalakîyê da, li destpêka Cadeya Gulîstanê, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr kurte axaftinek ji bo ziman û roja zimanê kurdî kir. Paşê, rêvebirê PWKyê Bahoz Bozkûrt daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Zimanê Kurdî da xwend. Paşê rêvebir û endamên PWKyê di nav gel belavok belav kirin.
Li ser belavokên ku li Amed, Mêrdîn û Batmanê hatin belav kirin weha hatibû nivîsandin:
‘’Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be
Zimanê Kurdî Hebûna Me Ye
Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Mafê Me Ye
Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê fermî’’
‘’Rocê Ziwanê Kurdkî Pîroz B0
Ziwanê Kurdkî Biyayîşê Ma Yo
Perwerdeyo Bi Ziwanê Kurdkî Heqê Ma Yo
Wa Ziwanê Kurdkî Bibo Ziwanê Fermî’’
Gelên Amed, Mêrdîn û Batmanê eleqeyeke germ nîşanî vê çalakîya PWKyê kirin.
15.05.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin