
PWKyê li Kolanên Amedê Ji bo Hilbijartina Dersa Bijarte ya Kurdî Broşur Belav Kir
Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 11.02..2025ê li Amedê, li kolan û qadan broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kirin.
Rêvebirên PWKyê ji sûka Gereka Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê heta Derîyên Çîyê û li destpêka Derîyê Çîyê, Mizgefta Mezin û ji wê derê heta kolana Sabûnçularê broşur belav kirin.
Berîya belav kirina broşuran û di berdewamîya çalakiyê de, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azabay û Vahît Aba, Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran û endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar, di derbarê vê çalakîyê de agahdarî dan telewîzyonan.
Paşê, rêvebir û endamên PWKyê bi broşurên kurmancî, zazakî û tirkî, li kolanan û li ber dibistanan bangî malbatên kurdan kirin da ku zarokên xwe heta roja 17ê sibata 2025ê li dersa bijarte ya kurdî keyd bikin.
Herweha di wan broşuran de daxwaz kirin ku divê Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî qebûl bike.
Gelê me yê Amedê bi awayekî germ pêşewazîya vê çalakîya PWKyê kirin.
Rêvebirên PWKyê agahdarî dan ku dê ev çalakîya wan di rojên pêş de, li navçeyen din ên Amedê berdewam bin.
Rêvebirên PWKyê, bi êlegên ku logoya PWKyê û nivîsên ‘Zimanê Me Hebûna Me Ye’, ’Zimanê Me Rûmeta Me Ye’ li ser wê nivîsandîbû ev çalakîya xwe li dar xistin.
11.02.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin