
PWKyê li Qoserê Ji Bo Hilbijartina Dersa Bijarte ya Kurdî Li Kolanan Çalakîyek Li Dar Xist
.
Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 12.02..2025ê li Naçeya Qoserê ya Mêrdînê li kolan û qadan broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kirin.
Berîya belav kirina broşuran û di berdewamîya çalakiyê de, li Qada Azadîyê Serokê Şaxa Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî û rêvebirê PWKyê Şêxmûs Unal di derbarê vê çalakîyê de ji gelê li qadê ne re axaftin kirin.
Serokê Şaxa Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî, ji xelkê Qoserê, girseya amade re bi hoperlorê daxuyanîya PWKê xwend.
Paşê, rêvebir û endamên PWKyê li nava Sûka Qoserê belavok belav kirin. Li Meydana Azadîyê pankart hat vekirin. Li gel dost, heval û piştgirên welatperwer, xwepêşandanek hate li darxistin.
Di belavok û bi broşuran de PWKyîyan bangî malbatên kurdan kirin da ku zarokên xwe heta roja 17ê sibata 2025ê li dersa bijarte ya kurdî keyd bikin.
Herweha di wan broşuran de daxwaz kirin ku divê Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî qebûl bike.
Gelê me yê Qoserê bi awayekî germ pêşewazîya vê çalakîya PWKyê kirin.
Rêvebirên PWKyê, bi êlegên ku logoya PWKyê û nivîsên ‘Zimanê Me Hebûna Me Ye’, ’Zimanê Me Rûmeta Me Ye’ li ser wê nivîsandîbû ev çalakîya xwe li dar xistin.
12.02.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin