PWKyê Qedexekirina Şeva Bibîranîna Lehengên Serhildana 1925an Şermezar Kir

PWKyê Qedexekirina Şeva Bibîranîna Lehengên Serhildana 1925an Şermezar Kir

.

A+A-

Komeleya Şêx Seîd dê ji bo  Bibîranîna Lehengên Serhildana 1925an, êvara 13.02.2025ê li Amedê, li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç şevek li dar bixista.

Lê belê, Parêzgarîya Amedê bernameya bibîranînê ya Komeleya Şêx Seîd qedexe kir.

Komeleya Şêx Seîd  ji bo protestokirina vê biyara Walîtîya Amedê, li avahîya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li gel rêvebirên Komeleya Şêx Seîd, nûnerên gelek partîyên sîyasî û dezgehên sivîl û kesayetên kurd jî beşdarî vê civîna protestoyê bûn.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat di derbarê v3 eqedexeyê agahdarî d û ev biryara Parêzgarîya Amedê protesto kir.

Li ser nave Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba,endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar,  Serokê Teşkîlata Navçeya Yenîşehîr a Amedê ya PWKyê Talîp Sena beşdarî vê civîna protestoyê bûn.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba, di cîvîna çapemenîyê de axaftinek kir û ev biryara qedexeyê ya Parêzgarîya Amedê şermezar kir.

Vahît Aba got ‘’Em vê biryara Parêzgarîya Amedê şermezar dikin. Tu qedexe nikare rê li ber lêxwedîderketina doza Şêx Seîd û hevalên wî bigre. Şêx Seîd û hemû şehîdên Kurdistanê rûmeta me ne. Em berdewamîya doz û armanca wan in’’.

13.02.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

4c231155-ac84-4658-80d2-4c8bf5ace885.jpg79732caa-dee0-49dc-a4f8-13ff6b863290.jpgb76dcafd-f8e3-4005-b110-51ce0bd35921.jpg230dec9b-b31b-4461-a3fd-fbaae0d7049c.jpg

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin