
PYD, ENKS û Mezlûm Ebdî civiyan
.
A+A-
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, PYD û ENKS li hev civiyan.
Li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatine, civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê tê kirin.
Şêx Murşid Xeznewî doh diyar kiribû ku ENKS û PYNK dê îro bicivin.
Hat zanîn ku civîna di navbera PYD, ENKS û Mezlûm Ebdî de dest pê kiriye.
Her wiha şandeyeke Amerîkayê tev li civînê dibe.
Heta niha li ser naveroka civînê ti daxuyanî nehatiye dayîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin