PZK-BATMAN Daxwaza Perwerdehîya Zimanê Kurdî Kir

PZK-BATMAN Daxwaza Perwerdehîya Zimanê Kurdî Kir

.

A+A-

PZK-Batman roja duşemê 12.09. 2022 Katjimêr 17.00an li pêşberî parka Yilmaz Güney daxuyaniya PZK-Batman lidar xist

PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî), serdema perwerdehiyê ya salên 2022-2023'yan bi çalekîyêkê girseyî ,bal kişand ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê.

Daxuyanîya PZK-Batmanê li ser navê platformê Hawa Can xwend.

Daxuyanîya PZK-Batman

JI BO RAYA GIŞTÎ .

Îro li Tirkiyeyê serdema perwerdehiyê ya salên 2022-2023'yan destpê dike.

Em bi vê çalekîyê balê dikşînin li ser zimanê Kurdî û perwerdehîya ziman..Zarokên me hê jî nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û li Tirkîyê pişaftina ziman ,asîmîlekirin berdewame.

Em zanin pirsgirêka ku 99 sal in weke “Pirsgirêka Kurd” tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî Welatîye,di rastîya xwe de siyaset û politîkayên dewletê yên pişaftin,,zext,zor û fişarên ku li ser çand û zimanê kurdî tê meşandin.

Wekî 99 salên ku heta nûha borî ne, zarokên ku dê û bavên wan ne Tirk in, nemaze jî , ji bona bi milyonan zarokên Kurdan mafê perwerdehîyê bi zimanê dayîkê nebûye mafekî qanûnî. Zarokên Kurdan di dibistanên Tirkîyeyê de heta nûha bûne wekî alavên pişaftin û helandine. Di van dibistanan de, di hemû astên perwerdehiyê de zarokên Kurdan ji perwerdehiya bi zimanê Kurdî bêpar mane. Di dibistanan de zimanê Tîrkî li ser zarokên Kurd tê ferz kirin. Reformên biçûk ku heta nûha di warê ziman de hene jî bi rêbazêm cüda tên asteng kirin.

Li vî welatî Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê 84 milyon mirov dijîn û heri kêm 30 milyon bi eslê xwe Kurd in.

Dîsa li Tirkiyeyê, ji bo ku perwerdehiyê bi zimanê Tirkî bidin, ji pêşdibistanan heta zanîngehan milyon û nîvek mamoste ji aliyê wezareta perwerdehiyê ve hatine peywirdarkirin.

Eşkereye ku di şert û mercên demokratîk û wekhev de, pêwist bû ji bona xwendekarên Kurd pêncsed hezar mamosteyên zimanê Kurdî bihatana peywirdarkirin

Le belê ji bo bi milyonan zarokên Kurd, di serdema perwerdehiya di du salan de tene 4 mamoste û ligora danayên fermî heya niha nezî sed mamosteyên Kurdî hatine peywirdarkirin.Heke mafê perwerde bi zimanê Kurdî mafekî asayî ba, divabû sedhezaran mamosteyên Kurdî bihata tayinkirin. Ev di peywirdarkirina mamosteyan de jî eşkere xuyadike û rastîya me Kurdan dide der.

Jixwe ji avabûna Komara Tirkiyeyê û heta vê demê ev 99 sal in, yek avaniyeke ji bona ku xizmeta Zimanê Kurdî were kirin nehatiyê avakirin. Dewleta Tirkîyê zimanê Kurdî tüune hesibandiye. Saziyên ku xebata Zimanê Kurdî dikirin jî, deriyên wan hatine morkirin. Ev helwesta hane bi nirxên demokrasi û wekhevîye re li hevdu nake.

Ji bo ku astengî û qedexeyên pêşberî mafê perwerdehiya bi Zimanê Kurdî ji holê rabe;

- Pêwiste xala 42'yemîn a makezagonê ya bi naveroka; "Li Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî bi tu awayî bi zimanên din perwerdehî nayê dayin" were sererastkirin yan jî ji Qanûna bingehîn were derxistin.

- Peymana Mafê Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, divê bi hemû xalên xwe ve were pejirandin. Ji bona hemû zarokan ku li vî welatî dijîn mafê çand, nasname û perwerdehî bi Zimanê Dayîke werin asayî kirin. Heta nûha eşkere xuyadike ku li gel hemû nerazîbûn û bangên saziyên mafê mirovan -ên nava welat û derveyî welat jî- rayedarên dewleta Tirkiyeyê di vê biryara xwe ya ne rewa de, li ser înkara pirçandî û pirzimanîyê de berdewam in. Em jî li himberi vê înkar û asimîlasyonê em bi yek dengi dibêjin;

Mafê Zimanê Kurdî, mifteya azadi û wekheviya gelê Kurd e.

Di heman demê de Zimanê Kurdî, nişaneya statuya heykelê hebûna gelê miletê Kurd e.

Heta ku daxwazên gelê Kurd ên ji pêşdibistanan heta zanîngehan pêk werin û Zimanê Kurdî li vî welatî bibe "Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehiyê", wê tekoşina gelê Kurd ji bona ziman, çand û nasname xwe ya netewî, însanî û gerdûnî berdewam be. Emê bêjin;

* Zimanê me rûmeta me ye!

* Zimanê me hebûna me ye!

*Heskirina ziman heskirina Welate!

* Bê ziman Jiyan nabe!

Li hemberî polîtikayên bişaftinê û qedexeyên ku li pêşberî perwerdehiya bi Zimanê Kurdî hene;

gere zimanê kurdî bibe pivaneke siyasi û emê di hemû qadan de,

* Bi Kurdî biaxivin!

* Bi Kurdî bixwînin!

* Bi Kurdî binivîsin!

* Bi Kurdî bifikirin!

* Bi Kurdî Bijîn!

12'ê Îlonê 2022

PZK-BATMAN (PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ-BATMAN)

1-293.jpg3-305.jpg5-187.jpg6-136.jpg4-247.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin