PZK-BATMAN SERLÊDANA ODEYA BIJÎJKAN (TBB)KIR

PZK-BATMAN SERLÊDANA ODEYA BIJÎJKAN (TBB)KIR

.

A+A-

PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê  ji pêkhateyên PZK-Batmanê  bi şandeke girseyî  09.11.2021 , demjimêr  13.00 an de ziyareta  Odeya Bijîjkan (TBB)ya Batmanê kir. Heyet ji alî Serokê Odeyê Bijîkan Rêzdar Dr.Selahattin OĞUZ û rêveberîya wê bi germahî hat pêşwazîkirin.

Berdevka PZK  Elif Kıvırcık ,PZK-Platforma Zimanê Kurdî da nasîn û got ku "Ev sê salê ku ji alî Sîyasetmedar,dezgehên sivîl,revşenbîr,akademîsyen zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê,ava bu ye .

PZK-Batman jî bi heman armancê dibin sîwana  PZK Navend de ,di nêz de ava bu.Mebesta zîyareta me ku wek Odeya we ,ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermi di rojeva we de bê û hun bibin şirîkê vî karî.Her wuha hun pişgirîya kempanya ya îmzeyê bikin.Daxwaza me   di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe bibin şirîkê vî karî û em her tim tekildar bin .Wek tekildarîya Dr-Nexweş jî pewistîyek xurt  ji bo ziman zanîbuna kurdî heye.Helwestek li ser mijarê ya Odeya we hebe (ku pewistîyeke) PZK amadeye ji bo xizmetê"

Serokê Odeyê Rêzdar Dr Selahattin OĞUZ bi vê zîyaretê kêfxweşîya xwe anî ziman û got:

"Ev xwestinê we mafekî rewayê ,mafekî mirovahîyê ye û daxwaza me bi tevahîyê ye .Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be.Karê bikeve ser me em ê bi hevre bin,şirîkê karê we bin.Her wuha ji bo zimanê kurdî em ê di nav  Oda  xwe de di nav tevgerekê de bin. Em ê xwe di ve xebatê  de bi berpisyarî bibînin û kar bikin. Di vî karê pîroz de em hertim tekildar bin. Ji bo kampanya  îmzeyê jî ,ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê  geş bibe çi ji destê me were em ê bikin.Raste ji bo tekildarîya  Dr-Nexweş pewistîya me wek zaruriyetekê  bi zanebuna zimanê Kurdî heye û me pir caran hewl daye xwe ku zimanê Kurdî di nav Odeyê û bijîjkan de ferbun û bikaranîna ziman.Û dîsa em ê ji xwere bikin armanc.  "

Zîyaret bi sohbetek têr û tije û serkeftî bi dawî bu.09.11.2021

PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê)

Lînka  îmzê

https://chng.it/yKPTzJh5L7

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin