PZK. Batman serlêdana Odeya Esnaf û Sanatkaran kir

PZK. Batman serlêdana Odeya Esnaf û Sanatkaran kir

.

A+A-

PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê  ji pêkhateyên PZK-Batmanê  bi şandeke   10.01.2022 , demjimêr  13.30an de ziyareta  Odeya Esnaf û Sanatkaran ya Batmanê kir. Heyet ji alîyê Serokê Odeyê  Rêzdar Salih KAPLAN  û rêvebirên Odeyê ve  bi germahî hat pêşwazîkirin.

Berdevka PZK  Elif Kıvırcık ,PZK-Platforma Zimanê Kurdî da nasîn û got ku "Ev sê sale ku ji alî Sîyasetmedar, dezgehên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê, ava bu ye. PZK-Batman jî bi heman armancê dibin sîwana  PZK Navend de, ev sê heyve ku ava buye. Mebesta zîyareta me ji bo  Odeya we, da ku  zimanê Kurdî bibe zimanê fermi di rojeva we de be û hûn bibin şirîkê vî karî. Herwiha hûn piştgirîya kempanya ya îmzeyê bikin. Dîsa li Dibistanên fermî  dersên bijarte ji pola 5-6-7-8 an hilbijartin heya 21 Çile yê berdewame. Di hilbijartina dersên bijarte de ji bo zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe em xwedî helwest bin. Daxwaza me   di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe de bibin şirîkê vî karî û em her tim tekildar bin Helwestek an pêwîstîyek li ser vê mijarê ya Odeya we hebe, PZK amadeye ji bo xizmetê"

Serokê Odeyê Rêzdar Salih KAPLAN bi vê zîyaretê kêfxweşîya xwe anî ziman û got:"Ev xwestinê we mafekî rewayê ,mafekî mirovahîyê ye û daxwaza me bi tevahîyê ye .Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be. Karê bikeve ser me em ê bi hevre bin, şirîkê karê we bin. Ji bo dersên bijarte em ê di nav tevgerek de bin. Çi ji destê me bê  emê  di wî karî de xwe wek berpirs bibînin. Her wuha ji bo zimanê kurdî emê di nav  Oda  xwe de di nav tevgerê de bin. Di vî karê pîroz de emê hertim tekildar bin. Ji bo kampanya  îmzeyê jî, ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê  geş bibe û ji bo dersên bijarte çi ji destê me were emê bikin. Em sipasîya we dikin kû di vî karê pîroz de we me wek şirîkê vî karê dît. Raste ji bo tekildarîya civakê pewistîya me bi tevahî wek zarûriyetekê  bi zanebûna zimanê Kurdî heye "

Zîyaret bi sohbetek têr û tije û serkeftî bi dawî bu.10.01.2022

PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê)

https://chng.it/yKPTzJh5L7

2-217.jpg1-200.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin