PZK-BATMAN SERLÊDANA ODEYA MÎMAR Û ENDEZYARAN KIR
.
Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê-PZK Batman, şandeke ji pêkhateyên PZK-Batmanê bi girseyî di 05.11.2021, demjimêr 17.00 an de ziyareta Odeya Mîmar û Endezyarên ya Batmanê kir. Heyet ji alî Serokê Odeyê Rêzdar Ahmet Bülent TEKİK û rêveberîya wê bi germahî hat pêşwazîkirin.
Berdevka PZK Elif Kıvırcık, Platforma Zimanê Kurdî-PZKê da nasîn û got ku; "Ev sê sale ku ji alîyê Sîyasetmedar, dezgehên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê, ava bû ye.
PZK-Batman jî, bi heman armancê dibin sîwana navenda PZK de, di nêz de ava bu. Mebesta zîyareta me li Odeya we, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermi di rojeva we de be û hûn bibin şirîkê vî karî. Herwiha, hûn pişgirîya kampanya ya îmzeyê bikin. Daxwaza me di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe de hûn bibin şirîkê vî karî û em her tim di nav peywendîyê de bin ."
Serokê Odeyê Rêzdar Ahmet Bülent TEKİK bi vê zîyaretê kêfxweşîya xwe anî ziman û got:
"Ev xwestinê we mafekî rewayê, mafekî mirovahîyê ye û daxwaza me bi tevahîye. Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be.Karê bikeve ser me em ê bi were bin,şirîkê karê we bin.Her wiha ji bo zimanê kurdî em ê di nav Oda xwe de, di nav tevgerekê de bin. Emê xwe di ve xebatê de bi berpisyarî bibînin û kar bikin. Di vî karê pîroz de em hertim tekildar bin. Ji bo kampanya îmzeyê jî, ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê û geş bibe. Çi ji destê me were emê bikin."
Zîyaret bi sohbetek zimanxweş têr û tijî û serkeftî bi dawî bû.
Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê/PZK-Batman
05.11.2021
Rûpela Nû/Batman
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin