PZK-BATMAN SERLÊDANA ODEYA MUHASEBE Û MALÎ MUŞAVÎRAN KIR
.
PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê ji pêkhateyên PZK-Batmanê bi şandeke 015.11.2021 , demjimêr 15.00 an de ziyareta Odeya Muhasebe Û Malî Muşawîran ya Batmanê kir. Heyet ji alîyê Serokê Odeyê , Rêzdar Hayrettin BAŞARAN ve bi germahî hat pêşwazîkirin.
Berdevka PZK Elif Kıvırcık ,PZK-Platforma Zimanê Kurdî da nasîn û got ku "Ev sê salê ku ji alî Sîyasetmedar, dezgehên sivîl, revşenbîr, akademîsyen zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê,ava bu ye .PZK-Batman jî bi heman armancê dibin sîwana PZK Navend de ,di nêz de ava bu.Mebesta zîyareta me ku wek Odeya we ,ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermi di rojeva we de bê û hun bibin şirîkê vî karî.Her wuha hun pişgirîya kempanya ya îmzeyê bikin.Daxwaza me di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe bibin şirîkê vî karî û em her tim tekildar bin Helwestek li ser mijarê ya Odeya we hebe ( pewistî), PZK amadeye ji bo xizmetê"
Serokê Odeyê Rêzdar Hayrettin Başaran bi vê zîyaretê kêfxweşîya xwe anî ziman û got:"Ev xwestinê we mafekî rewayê ,mafekî mirovahîyê ye û daxwaza me bi tevahîyê ye .Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be.Karê bikeve ser me em ê bi hevre bin,şirîkê karê we bin.Her wuha ji bo zimanê kurdî em ê di nav Oda xwe de di nav tevgerekê de bin. Em ê xwe di ve xebatê de bi berpisyarî bibînin û kar bikin. Di vî karê pîroz de em hertim tekildar bin. Ji bo kampanya îmzeyê jî ,ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê geş bibe çi ji destê me were em ê bikin.Raste ji bo tekildarîya civakê pewistîya me wek zaruriyetekê bi zanebuna zimanê Kurdî heye "
Zîyaret bi sohbetek têr û tije û serkeftî bi dawî bu.
15.11.2021
PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê)
Lînka îmzê: https://chng.it/yKPTzJh5L7
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin