Qasimloyê jîr û zana, balyoz û çalakvanekî hêja û xebatkarekî bê hempa û bê dost û heval
.
Mark kirawits, wergêr li farsî bo Kurdî Qadir Wurya: Li Face Booka kek D.Aso Hesenzade min agehî wergirtin, Mark kirawits rojnamevanê navûdeng yê Firensî, hevalê Dr:Qasimlo li 29`ê Çiriya Pêşîn oxera dawî kir.
Ew gotara jêr li yek ji nivîsên pir ciwan û û tijî yên wî rojnamevanî ye, wî demî paş terora Dr:Qasimlo li rojnama lîbirasiyonê belav kiribû.
Sala 1999`an 10 saliya şehîdbûna Dr:Qasimlo de, Fetah Kawiyan, li ser daxwaza min, ew nivîsa li Îngilîzî wergêra ser zimanê Farsî, min jî ji Farsî ve wergêra ser zimanê Kurdî.
Kurdî û farsiya wê me li rojnameya Kurdistanê hejma 272an çap û belav kir.
Wirda wek rêzgirtinek li wî dostê Kurd û dilsoz û pir binirx, seba oxira wî ya dawîyê carek din wek rêzgirtin ji bo vî hevalê hêja yê tevgera Kurd û wek rêzgirtin ji bo xizmetên Kravets ji bo doza me ya rewa, min pê baş bû ku vê nivîsa wî ya pir biha li ser şehîd Dr: Qasimlo belav bikim.
Seba wê belkû bikeve ber destê nivîskar û lêkolînvanan.
Abdûrehman Qasimlo, li 13`ê Tîrmeha 1989`an li Viyanê hat terorkirin. Hem wek rêberê yek ji kevintirîn û resentirîn tevgerên rizgarixwaz yên neteweyî û hem jî, li derheq balkêşiya kesayetî de, herwisa barê îtibar û nifûza navneteweyî jî, bihêz û lêhatîbûnê bê mînak an her mînaka wî nebû. Di şirovekirinê de bo nerît, xebata geleke hezar salî de,li toyê bihayên dawîn salên sedsalên bîstan de, li derheq :Azadî, Demokirasî, Enternasyonalîzimê de, mêrekî bê mînak bû. Dibe ku hejamrek zêde ji însanan, ji hebûn û mirina wî devdem agehdar bin.
Qasimlo, ne karên wî veşartî bûn, ne jiyanek pir remz û raz hebû, dema ku bû bi sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ûeger hewce ba weke serkirdeyekî şer an ji vê zêdetir jî rêberekî siyasî bû, ew hogirê diyalog û beskirinê û hebûna pêwendî yên gerim û gur bû, ew balyozekî çak û bihest yê tevgerê bû. Bo baştir nasînê sefera seranserê cîhanê dikir.
Lê, jiyana li nava pêşmergan de li xaniyekê de bi qorê li kûrahiya dolên dinavbera Îran û Îraqê de gelek pê xweştir bû, bi neçarî diba dem bi dem cihên xwe û mala xwe bi guherta.
Lê, pirtûkxwaneya wî hertim digel de bû. Hogir û evîndarê pirtûk û şeraba baş bû, xuya bû ku gelek hêsanî dikarî li ya duyem çavpoşiyê bike, lê, li ya yekem na. Herwisa gelek bi hêsanî li Parîsê li ser masa xwarinê dirûnişt, her bi wê hêsaniyê jî, bi tenê û jiyaneka sade li hewayê sar ya zivistanê li çiyayan berxwe dida.
Li temenê nêzîk 60 saliyê de, li Çileya Paşîn ya pêşiya wî de dibû bi 59 salî, meclisa germ û guriyê xûybûna Însanekî hişyar yê Rojhilatê, li tev dînamîzima mirovekî law û hûrbîn wek endamekî Ferhengistan(kora zaniyarî) û zewqa evîndarê jiyanê têkelî hev kirbû.
Qasimlo bi qasî ku li ser bîr û hizrên xwe mikur bû, ewqas jî mirovekî bikiryar bû. Wî bi hêsanî dikarî tûnditîjiya hewce bû xebateke siyasî, çekdarî tevî şik û gumanê serçave girtî, li jiyana zanistî ya xwe de tevî hev bike.
Qasimlo her bi wî astî ku li ser hizr û ramanên xwe sûr bû, ewqas jî, mêrê meydana kiryarê bû. Wî bi hêsanî dikarî tunditîjiya hewce bo xebateke siyasî û çekdarî digel çik û gumaneke çavkanîgirtî li jiyana zanistiya xwe tevlî yek bike.
Qasimlo li warê aborî(Economi) de pila dixtoriyê hebû, û hogirê dîrok û edebiyatê bû, bi xasmanî li helbestên Kurdî,Farsî, Erebî de lêhatî bû, bilî wê bi hêsanî gotinên Victor Hugo, Baudrillard, Walt Whitman an T. S. Elliott bi mînak dihîna. Însanekî semîmî, bê îdi`a bû, xweştevî bû, ewqas bi zelalî û hêsanî bi şeş heft zimanan dipeyvî û dinivîsî, ewqas jî keyf bi qisên xweş û henekan dihat, digel her kesî axivtiba rabûn û rûniştin heba, çi takên bizotineveya jêr rêberiya wî, çi ronakbîr û dixtor, wezîran, baylozên mezin, siyasetmedarên Çep û Rast,hestekî wek hev li hundrî wan de pêk dianî. Hemûyan, bi xasmanî li demên ku gelek zûr çavpêkevtin û diyalog digel wan heybûya, dan biwê rastiyê didan ku ketine jêr bandora kesayetiya Dr:Qasimlo, li wê sedsalê de, kêm kes hene ew hemû însanên corbicor li warên kesayetiya wî de hevdeng bin.
Qasimlo jiyana siyasî a xwe weke komûnîstek li Partiya Tûde ya Îranê dest pêkir û heta astekê rêberiya wê partiyê serket, paştî 15 salan mamoste gotina dersa aborî li zanîngeha Peragê, li meha Cotmeh a 1968`an, li ser mesela terdajula yekîtiya Sovyetê di karûbarên chklovski de, dev ji Partiya Tûde (kumûnîst a Îranê) berda. Herçend ku bîr û hizra tevlêhev ya hişk û dûgmatîkî marksîzmî danî qiraxê, lê, qet înkara derbasbûya xwe nedikir, belkû di şaştî û kêmasîyên xwe de çû, ji bo têgehiştina wê meselê ku li kuderê û kengî nedadperwerî û rastî tevlî drev û heta digel teror û vehşetê de têkelî yek bûne.
Wî bixasmanî zîrekî û hesteke wisa hebû, ku arîşe û girftên xebata siyasî li civakeke paşkevtî de bi başî têgiheştibû,(bi xwe hemû carê peyva paşketîbûn diaîna ziman) komek ku bi hinceta nebûna ti pêwendyekê digel cîhana derve de, û bi hinceta bê parbûn li mafên gotin û qirar danê, heta li warê dest pêragihîştin bi ferhengek xwe jî, lê, ew amade nebû wê paremayî bike bi hinceta îdolojîkî bi hinceta dest bo zêderevîyên corbicor, weke berfirehî dan bi tûnditîjî, tenêji ber nefsa tûnditîjî, geşedan bi perestina kesayetiya rêber(ferdperestiyê) li rêkxiraveke siyasî de, an dîktatoriya partiya siyasî li ser gelekê û … hwd de. Bilî vê yekê jî, digel wê hizrê nebû ku girîng nine di pêywendiyên giştî û gotûbêjên digel ragehandinên giştî de, bi corek biaxive, ku li meydana kiryarê de ew gotinên kirî li bîra xwe bibe.
Şanaziya herî mezin ku tucarî li dubarekirinê de mandî nedibû, ew bû ku ewqas guncave ku dibe bayx û xwastekên mirovî yên yekem li tekoşîn û karûbarên rojane li xebatê de bikar bîne, rengdaneveya wan hebe. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tucarî digel zîndanîyan bi xirabî reftar nekiriye, li pêwendî û reftarên xwe de yên digel xelkê de ti caran dest bo zext û zorê nebiriye, tucaran barimte negirtiye, tucarî balafir ne revandiye, an di nav pasan û Oturbosan de an jî di nav bazaran an yek ji bajarên dijmin de teqîneve encam nedaiye. Diyare hesab bo cih û deverên leşkerî coda ye.
Qasmlo herçend ku mirovekî netirs bû, lê, ji warê pirensîpê ve dijî karên terorê bû, tevî wê yekê jî dizanî dibe çi buhayeke giran li wê warî de bide. Li ber wê yekê gelek caran tevî îşaredanê bi vê meselê, zor nerhetî û xemgîn bû, di vê derheqê de tîna ziman ku,ragehandinên giştî yên cîhanî gelek balê nadin ser mesela Kurdan.
Carek li nivîsekê de nivîsîbû:Taqimeke piçok dikare li rêka barimte gotin yan danana bombeyekê navûdengeke mezin bi xwe peyda bike, di wê halî de jî tevgerên rizgarîxwaz yên Netewey tucarî dest bo terorê naben, her ji ber vê yekê ye ku bitevahiy hatiye ji bîr kirin.
Li Sermawezê 1979`an her li yekem roja bi barimte girtina dîplomat û karmendên balyozxaneya Amerîkayê ya li Tehranê, ew kiryar şermezar kir.
Bi hizra Dr. Qasimlo, rizgariya Îranê li jêr desthilata Amerîka, an rizgariya dunyaya sêyem li meznehêzeke împiralîstî de, her weke li bernama Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de hatiye, armanca paşerojê ya xebateke siyasî ye,ku azadî û demokirasî bi dû xwe re bîne. Li wî halî de jî tevî boxtanên Komara Îslamî li Tehranê Waşîngtonê îşareyek bi mesela Kurd nekiriye, tevî wê ku dîplomasî ya Amerîka li şerê Kurdan digel dewleta Îraqê (1961 heta 1975`an) zor bi zelalî kete xwe, bi wê corî siyaseta îstratîjîke kisîncêr rohn û zelal dike û li mejiyên xwe de bi niyeta xirabîyê li hizra wî de bû.
Amerîka tucar bi nîyeta xizmetê bi wê çav jê nekir.
Qasimlo heta heftiyek pêşmirinê vîza ya seferê bo Amerîkayê pê hat dayîn, çûnkî pêştir qet îzna seferê bo Amerîkayê pê nehat dan. Rast li rojên pêş seferê bû Viyanê, xwe bo sefera Amerîkayê amade dikir, welatê ku ew zor hêvîdar bû ku, bo nasandina kêşe û mesela tevgera Kurd kar û xebatê bike, li gel wê yekê jî bo sefereke wisa netîca ku dest bikeve, gelek narohn û eyan nebû?
Wî baş dizanî hevpêwendî û hevderdî pişkek li xwandevan û rewşenbîrên cîhanê digel mesela Kurd, netenê bi Pênc milyon (5) Kurd li rojhilatê belkû bo Bîstûpênc (25)Kurdî ku li ser çend welatan hatiye parvekirin, tevî wê ku gelek pan û berîn jî be, lê, bi ti şêweyek nikare dîplomasî ya desthilatên mezin û dîplomasiya Ewropayê jî, bi mifaha Kurd bigota, çûnkî li esas de wî bîra mifahên xwe dikin.
Wî bi van hemû seferan ku bixasmanî bo Ewropayê kiribû, ew yek bo wî derketibû, çûnkî tevî wê yekê gelek rêz hûrmet bo wî didanan, bi wî halî jî gelek bikêmî li civîn û kombûnên fermî de bikêmî dihat wegirtin. Li baştirîn haletê de bi mifah wergirtin bi dostayetiya dîrokî a partiya wî û xwe,li gel Rêkxirava Enternasyonalîst, carûbar dikarî hinek yarmetiya însandostane bo gelê xwe bistîne, yan jî hinek caran ji rêka dostekê ve, mûşkile û asteng bo wî gelek mohim bûn çareser bike, Jean-François Dinau yek ji wezîrên kabîneya Ew Giscardeste ne bi hesteke dostane basê wê kir,ku dixtor Qasimlo wî xistiye jêr fîşarê,daku kariye Ferhengistana
Firansî û Kurdî ku li mêj bû çavnhêrê çapa dûyem bû, ji nû ve bê çap kirin.
Qasimlo însanekî rêalîst bû, baş li bîra mine carekê got, li axira sedeyekê de ku têkoşîn bû Neteweyên cûbicûr bi mebesta aramkirina nasyonalîzmekê lerizok û neqahîm,li xisletên xasmane ber çavên wî ye, her core hewlek bo têkdana xerîteya coxrafiyayê bo wê meremê ku îznê bi Kurdan bêdayîn li ser kavlên sê gelên din welateke serbixwe pêk bînin, nikare tişteke dilxwez be. Ji bo wê yekê bû ku daxwaza Utonomî bû Kurdistana Îranê daxwaz dikir, serbixweyî nedixast, lê, dijminên wî li Tehranê wisa dizanîn ku, ew her taktîkeke xapînere, tatîkek ku bi corekê neşarezayî bo veşartina hizr û ramana cûdahîxwazan ku nevêre bînin ziman, yekem pêngav bo pêkanîna Kurdistana mezin û yekgirtî kir, an Kurdên Îranê û Îraq û Tirkiye û bixasmanî Kurdên Sûriyê û yekîtiya Sovyetê mifahê jê bistîne, her di vê derhheqê de, nemaze kesekî nemela weke Benîsedr jî tevî melayên kevneşopên tev hev bîr û hevhizr bûn.
Fermana kuştina Qasimlo li sala 1979`an, ku tenê take kesek mela nebû, ku bo mecilsa damezrêneran hat hilbijartin, tenê ji ber sedemên ewlehî li çûn bo Tehranê xwe parast.
Ayetûla Xomeynî li hevpevîneke televîzyonî de bi eşkere, mixabin bûna xwe ji nehatina wî ragihand û got: Xwezî hatiba, min dana bû ku hatiba min ew dê wir da destbiser kiriba.
Roja 13`ê Hezîranê, roja cejna mezin ya bislmanan(Cêjna Qorbanê)bû,herwisa Şî`eyan li wê rojê de rêz li çila mirina Xomeynî dirgirt. Erê gelo ew tişteke bihilkevt bû,? Gelo ew bikujên ku kincên nûneratiya aştiyê li xwe kiribûn, ji aliyê Refsencanî ve hatibûn erkdar kirin û bi paseporta dîplomatîk ku wilayetî(Wezîrê Derve) vajo kiribû, li Tehranê hatibûn û bizanebûn li wê rojê de,ku roja tazî bariyê bû,fermana kuştinê cibecî kirin?!
Minjî wegêrande ser kimancî
Sipas
Rostem cehangiri
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin