Qedexeya li Rojavayê Kurdistanê ji îro ve dest pê dike
.
Qedexeya giştî ya ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê hatiye ragihandin, îro ket warê bicihkirinê.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser roja 21 vê mehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ji bo berjewendiya giştî û li ser biryarên Şaneya Krîzê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.
Li gor biryara qedexeyê:
- Qedexeya giştî ji 26ê Mijdarê û heta 5ê Berçile li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.
- Di heyama qedexeyê de, hemû dibistan, zanîngeh û dayingeh li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser tên girtin.
- Tevgera çûnûhatina otombîlan li navçeyên Rêveberiya Xweser tê qedexekirin. Tenê tevgera bazirganiyê berdewam dibe.
- Hemû sazî û dezgehên fermî tên girtin, ji bilî saziyên xizmetkariyê.
- Di heyama qedexeya giştî de, hemû avahiyên saziyên fermî û dibistan tên pakkirin.
- Saziyên ragihandinê kar li ser hişyarkirina welatiyan û pabendbûna bi rênimayên xweparêziyê dikin.
- Biryara qedexeyê li nexweşxane û firneyan bicih nabe. Ji bo dermanxaneyan jî, tîmên tendirustiyê karê wan birêk dixe.
- Asankarî ji tevgera cotkaran û firoşkarên sotemeniyê re tê kirin.
Di derbarê qedexeyê de, Cîgira Hevserokatiya Desteya Tendirustiye Bêrîvan Derwîş berî du rojan ji K24ê re ragihandibû: “Heger rêjeya pêketinan zêde bibe, em ê qedexeyê dirêj bikin. Heger kêm bû jî, dibe ku em qedexeya sînordarkirî rabigihînin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin