Qîrata Kolonyalizmê-I Karxaneyên Mêtinkarîyê: Qirkirina Çand û Nasnameyê
Divê li ser makro mobîlîzayonên teknîkên berxwedanê yên ku hesabên mîkro yên takekesan jî di nava xwe de dihewîne, dîsa were fikirîn.
Li Kurdistanê di pratîkên serhildanên dij-kolonyal de, di stratejîyên berxwedanê de, hesabên maweyên kurt, orte û dirêj bi piranî ji ber çav direvin. Di berxwedaneke neteweyî de di maweya kurt de tîkî , li şûna encam hildan û bedêleke giran bi tenê bi çîn-zumreyekê bidin dayîn, berxwedana ku li ser zemîneke berwarî û fireh de (Misliman, Elewî, Demokrat, Sosyalîst, Mihafazakarên Lîberal, Femînîst…) bipêş diçe û belavî salan dibe, serî li stratejîyên berxwedan û mobîlîzasyonên bedêla wan kêmtir nehatîye dayîn. Divê li ser makro mobîlîzayonên teknîkên berxwedanê yên ku hesabên mîkro yên takekesan jî di nava xwe de dihewîne, dîsa were fikirîn.
Sharo I. Garip* [email protected]
Şerbeta emrê min rijandin (1)
Qada jîyanê ya ku ji hêla faşîzma nazîyan ve weke ‘Lebensraum'(2) bûbû têgeh, ‘leitmotiv’a(3) ku mobîlîzekera xerabîya biazwer ya ji hêla mêtinkarîyê ve dihat kirin bû. Fantezi û nexşeyên dagirkirinê di destpêka serdema belavbûna osmanîyan de hatibûn amadekirin. Ji ber nifûsa qerebalix ya Kurdistanê, dagirkirina coxrafî têra kontrolkirina kolonîyê nedikir. Şefê neteweyî İnönüyê ku yek ji wan mîmarên sereke yên komarê bû, bi xwe dê derketa sefera Kurdistanê û dê li nav gîyanên mêtingehê yên ku wî ew bi nişmîtî kiribû kelax bigerîyana û rewş binirxanda. Bi vî awayî dê rêbernameyeke mêtinkarîyê ya gelekî bi qîmet radestî peyrewên xwe yên mêtinkarên biazwer bikira.
Bi vî şêweyî divê mirov balê bikşîne ser du mekanên -dibistan û girtîgeh (4)- ku xerabîya mêtinkar ew sterîlîzekiribûn. Armanc zarokên ku hilgirên çandê û sermayeyên dahatûyê bûn. Înonu armanc û amrazên xwe wiha formûle dike:
“… paşê ez di wê fikrê de me ku fêda me ya di xwendina ewil de sîyasîtir e. Divê mirov yên bûne kurd û dikarin zû li tirkbûnê vegerin bide xwendin, tew bi hînkirina tirkî ya kurdan re bo tirkkirina wan, xwendina ewwil û mamosteyê baş amrazên herî bibandor e (Öztürk, 2012, r.63).” Şefê neteweyî hay ji wê yekê hebû ku bo zeftkirina kesên ku wî dixwast ewan kolonîze bike, divê êrîşên bi mufrezeyên nû her berdewam be. Di heman demê de ew xwedî hişekî wisaye ku dizane yek ji wan rêyên herî hêsan ya gihaştina vê armancê jî bi derzîkirina tirkbûnê bo zarokên 5-6 salî re pêkan e.
Li bihûşta ku li nav dûyên jehrî yên operasyona komkujîyê mabû jî dê sêhra kolonyal ji xwe re cih bidîta û Sidika Avar (5) ku nijdevana perwerdeyê bû dê zarokên ku ji ber şeqafên çîyê mabûn bo karxaneyên mêtingehê (dibistanên mêtinkar) yek bi yek berhev bikira. Piştî Sabîhayê karên nîvçe yên mêtinkarîya biazwer dê Sidika (Avar, 2009), Türkan (Saylan, 2006) û hê gelekên din li ser xeta ku digihêje roja îro, bi cih bianîya. Li van dibistanan(6), durda jixwenefretê ya di binhişîya ew zarokên ku bîyanê xwe bûn, hate bi cih kirin. Înfazker û îcrakerên xwebexş jî wiha bûn ku taqîya H. Arendt (Arendt, 2011) û Milgram(7) mafdar derdiket. Ev karxaneyên mêtingehê di heman demê de wekî laboratiwarê jî dihatin bikaranîn. Tevî şefê neteweyî Înonu, paşayên navdar yên wek Kazim Orbay, Mustafa Muglalı, Nîhat Erîm, General Alpdogan û profesorên navdar, Fahrettîn Kerîm, Celîm Bîlsen, Siddik Samî Onar, Hifzi Veldet, Sabrî Esat Sîyavuşgîl û wezîrê dewletê Hasan Alî Yucel (bavê Can Yücel), Hakkı Tonguç bi taybetî dê ev laboratiwar teftîş bikira û li encamên ku ji van zarokên xwebûnîya wan hatîye dizîn, li cih bi çavên serê xwe bidîta (Avr, 2009, r. 100, 127, 207).
‘ZİMANÊ MÊTİNKARAN BÛYE TİRPANEK TÛJ YA KU ÇANDİNİYA XWECİHİYAN DİÇÎNE’
Di karxaneyên pîşesazîya perwerdeyê de bi makîneyên rumet-nasname û çandşikên re nirx û normên ku bi awayekî sîstematîk pesnê kolonyalîzmê didin û hema bêje hemû milkê şaristanî û mekana ku hatîye kolonîzekirin înkar dike, hate hilberandin; karxaneyên kolonyal li hêlekê înfazker/îcrakerên xwebexş hilberand, li hêla din jî behreyên zirmezin yên zarokên mêtingehê di qada wêje, sîyaset, mûzîk ango bi giştî di qada hunerê de di nava hevîrê tirkbûnê de weke daringa sîstema kolonyal hatin bi kar anîn. Ev kedxwarîya çand û mejî dewlemendîya mêtinkarîyê zêdetir kir. Înkara bêdawî, fikr û bîrên beşeke mezin a kurdan radest girt û rewşenbîrên mêtingehê yanî ew kesên ku şîyan bi zorê ji vê çopîyê bifilitin jî mecburî wê yekê man ku xwe li hember rewşenbîrên mêtinker û sazîyên mêtinker (bi psîkolojîya cih çêkirinê) bidin peyitandin. Pirsyarkirina nirx, norm û dîroka mêtinkarîyê, nayê hişê fîltrekirî yê protez(8) yê rewşenbîrê mêtingehê (Sharo, 2019). Sermerselê li Filistînê rewş berevajî vê yekê cuda ye.
Piranîya Filistînîyan wiha angaşt dikin ku Îsraîl ne meşrû ye lewre gelek caran Îsraîl di pozisyona parastinê de hewl dide meşrûîyeta xwe bipeyitîne. Bêguman ev stratejî teqabulî asta hişmendîyekê dike; lêbelê li Kurdistanê asta hişmendîya neteweyî ne di asta berwarî ne jî di asta tîkî de zêde ne bilind e. Sermerselê kurd, dîroka xwe, agahîyên li ser ka gelo navê kurdistanê cara ewwil kengî û li kû derê hatîye bikaranîn û heta bi şopên qetlîaman jî di arşîv û çavkanîyên ku di bin kontrola desthilatdaran de ne bi destûr û bîra desthilatdêr ve digerin. Lêbelê heke kurd hebe, dîroka kurdan û welatê wan jî heye. Cihê bingehîn yê ku tê de li şopên xwe bigerin bîra wan bi xwe ye.
Zarokên kurdan li qesrên mêtingehê bi awayekî bêhêz û bêparastin hatine radestkirin bo destên terbîyekarên kolonyal. Di vê sîstema ku terbîyekarên kolonyal bi raçavkarinan dixistin bin kontrolê, li dij derketin û protesto hebûna jî terbîyekar ji tecrubeya Abdulhamit û vir ve ferq kiribûn ku yên îtaet dikin zêdetirin ji yên li dij derdikevin. Her wiha ji bo lidijderketinên ku wek arîzeyên pergala kolonyal dihate dîtin aqlê protez(9) weke tevdîr1 hatîye bipêşxistin. Şaristanî, a rast tacirê bêşaristanîyê ji zaroken kurdan mirovatî û şaristanîya wan dizîn û ruhê wan li bêrmên van karxaneyên mêtingehê parî bi parî tedawî kirin. Zimanê mêtinkaran bûye tirpaneke tûj ya ku çandinîya xwecihîyan diçîne.
‘PERWERDE Lİ BA CİVAKÊN AZAD PÊVAJOYEKE RONAKBÛNÊ YE’
Heyvana neteweyî ya milletekî hatîye dizîn û şerbeta jîyana wan wiha dilop dilop hatîye rijandin. Û dawîya dawîn piranîya ruhên ku digotin qey ji vê laboratiwara miezem filitîne, piştî salan dê wek aşiqên celadên xwe derketana. Li van qesrên mêtingehê koletîya (sefalet) xwebexş dê bihata hilberandin û fantezîyên kolonyal ji jîyana rojane bigre heta perdeyên sînemayê û tezên doktorayê sirayet bikira. Fantezîyên kolonyal, bi evîn/heyranîya yên kolonîzebûyî bo zarokên spîyan –efser, mamoste- yên ku li runiştekên dibistanê bi wan re dixwendin dê hêdî hêdî xwe bida der û bi profesorîya li zanîngehên spîyan an jî bi mebûsîya li meclîsa wan (bi şerefa zêdebûna bi ser mêtinkaran ve) bi awayê ji ser xwe ve çûnê dê veguherîya kêfxweşîya sefaletê. Perwerde li ba civakên azad pêvajoyeke ronakbûnê ye lêbelê li ba civakên kolonîzebûyî, bi taybetî li Kurdistanê, pêvajoyeke bîyanîbûna bo xwe ye.
KRÎZA HABÎTUSÊ (10)
Kolonyalîzm ji hêlekê ve xwe bi normên wek ‘modernbûn’ ‘mafên gerdûnî yên mirovî’, ‘biratî’, ‘nirxên demokratik’; ji hêla din ve jî bi amrazên wek dibistan, nexweşxane, têkilîya alûdetîya aborî û sazûmanîyê re di pêçokeyîya tundûtûjî û rezayê de xwe hildiberîne û meşrû dike. Her wiha dîplome, sertîfîka, navnas, pileya entelektuelî û rûmeta li mêtingehê tê dayîn tenê bi bedêla qebulkirina (meşrû dîtin) mêtinkarîyê tê dayîn. Takekesên mêtingehê yên ku perwerdeya kolonyal sitendine li gor hesabê xwe yên di asta mîkro kirine nikarin dev ji sermayeya entelektuel, karîyer û pîşeya ku emrê xwe danê berdin loma jî gelek caran peymanê xera nakin. Bi taybetî jî sermayeya civakî (Bourdieu, 1997) ya bo bidesxistina karîyer û statûyê ango têkilîyên sazûmanîyê pêwîst e, di destê zarên mêtinkaran yanî di destê civata tirkan de ye. Malîyeta vê yekê jî eve ku erzanbûna sermayeya çandî, civakî û neteweyî ya kurda ye û ev sermaye vediguhere milkekî ku ti dahatê nayine. Ji ber vê yekê habîtusa kurdan di maweya sedsala dawîn de bi piranî li ser zemîneke kolonyal (tirkbûn) teşe digre. Dikare were berpêş kirin ku di vê maweyê de li nav kurdan krîzeke habîtusê ya ku di asta mîkro û makro de ji hêla habîtusa kolonyal ve hatîye mehandin heye. Mirov dikare şewqên vê krîza habîtusê di cîhana fkrî, sîyaset, medya, dibistan, huner û bi awayekî giştî di nav jîyana rojane de çavdêrî bike.
Li hember kolonyalîzma ku bi formeke nedîbar hatîye daxilîkirin (self-kolonîzasyon) û li hember meşrûkirina sosyalizasyona tirkbûnê û şikestina habîtusê ku ev dînamîkên navxweyî yên kûrkirina kolonyalîzmê ne, stratejîyên gelekî micid nehatine bi pêş xistin. Hema bêje habîtusa kurdan bi giştî bi habîtusa kolonyal ve hatîye nixumandin. Kurdistana ku marûzî teknîkên kolonîkirinê yên bi qasî ruxînerîya tsunamîyê xwedîbandor in maye, re-kolonîzasyoneke din a gelekî kûrtir dijî. Di pîşesazîya zanînê ya cîhana kolonîzebûyî ya rewşenbîrîya kurdî de hilberandina fikrên orjînal ku bikaribe bibe bersiv bo re-kolonîzasyonê, hema bêje tune. Zanîna ku hatîye hilberîn jî gelek caran ji montaja pîşesazîya zanînê ya kolonyal pê ve ne tiştek e. Teqlîda kolonyalîzmê hema bêje di hemû qadên jîyanê de kok vedaye. Her çiqas di hin serdeman de bi serhildanan re hewla derbaskirina krîza habîtusê tê dayîn û teşebûsa habîtuseke ku wekî cîhana modern tevdigere tê kirin jî gelek caran baruta mêtingehê têra vê yekê nake. Yek ji wan sedemên vê têrênekirinê jî ev e ku sotemenîya şerê ku dimeşîne pala xwe dide çand û sermayeya civakî ya kolonyal. Ev sotemenîya kolonyal di hundir xwe de bo çand û rêzikên mêtingehê jehrekê dihewîne. Di nava sîyaset û teorîya mêtinkar ya îthalkirî de têkçûna mêtingehê jixwe jinûve hatîye kod û programkirin.
‘REWŞENBÎR Û SİYASETA HATİYE EYARKİRİN’
Di hemû teorîyên kevn yên çepgirîyê de behsa hevkarîya burjuvaya komprador ya bi mêtinkaran re tê kirin. Bes ligel vê yekê divê were destnîşan kirin ku rewşenbîr û sîyaseta hatîye eyarkirin jî bi mêtinkaran re di nava lihevkirinekê -lihevkirineke ku jêvebûna kolonyal dijwar dike- de ne. Dikare were berpêş kirin ku kolonyalîzm bi bingehî wek çiziranekê bi rêya çînên wekî sîyaset, rewşenbîr û ruhbanê ve di forma kolonyalîzma çandî (seravayî) de li pêş kolonyalîzma ekonomîk ji xwe re cih digre. Bi taybetî jî ev habîtusa nû ya ku piranîya çîna rewşenbîr û sîyasetmedaren kurd tê de ne, asteng e bo nîşandana pratîk û helwesteke dij-kolonyal. Mirovên mêtingehê di karxaneyên kolonyal de –dema ku hê zarokên biçûk bûn- fêrî îtaet û neçarîyê bûne. Bi gotineke giştî kolonyalîzmê li kurdistanê habîtus-cîhana xeyalî ya mirovên mêtingehê li ser qebula kolonyalîzma ebedî û bêîmkanîya ezelî dizayn kirîye. Kolonyalîzma biazwer bi pasevan û neferên xwebexş yên bêhejmar re kolonyalîzmê li ser xeteke ‘hevgirtî’ û bi israr dimeşîne. Xeta dij-kolonyal berevajî vê her dem nikare ewqas hevgirtî û bi israr bimîne.
Zarên mêtinkaran behreya fermanrewatîya xwe weke mîraseke sembolîk ya sermaye û hêz/tundûtûjîyê ji nifşekî bo nifşên vediguhêzin. Dîroka kurt a kurdan jî bi vî şiklî ye: “nêçîrvan her heman feqê vedidin, yên tên nêçîrkirin jî her dikevin heman feqê.”
Li Kurdistanê di pratîkên serhildanên dij-kolonyal de, di stratejîyên berxwedanê de, hesabên maweyên kurt, orte û dirêj bi piranî ji ber çav direvin. Di berxwedaneke neteweyî de di maweya kurt de tîkî, li şûna encam hildan û bedêleke giran bi tenê bi çîn-zumreyekê bidin dayîn, berxwedana ku li ser zemîneke berwarî û fireh de (Misliman, Elewî, Demokrat, Sosyalîst, Mihafazakarên Lîberal, Femînîst…) bipêş diçe û belavî salan dibe, serî li stratejîyên berxwedan û mobîlîzasyonên bedêla wan kêmtir nehatîye dayîn. Divê li ser makro mobîlîzayonên teknîkên berxwedanê yên ku hesabên mîkro yên takekesan jî di nava xwe de dihewîne, dîsa were fikirîn.
*Werger ji Tirkî: Seryas Gulixan
(1) Yildiz Çakar Şemamok Adar 2019, Berlîn
(2) Qada jîyanê ya ku ji hêla Hîtler ve bo “Nijadê Bilind yê Alman(Arî) û împaratorîya mezin a Alman (Pan-German) ne tenê pêwîst didît lê li ser wê xwedîtî jî dikir (Langw, 2019
(3) Kiryar, tevgerandinerên bi zanetî hatine sêwirandin
(4) Di vê gotarê de dê ji girtîgehê behs neyê kirin
(5) Perwerdekara ku bo Kemalîzmê, a rast bo Tirkbûnê bi armanca vekirina dibistanan li Kurdistanê û asîmîlekirina zarokên kurdan bi taybetî bo dibistanên şevînî (YİBO) hatîye perwerdekirin û li wan xebitî ye.
(6) Ev karxaneyên mêtingehê ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê ji dibistanan zêdetir wekî garnîzonekê ne. Ji 59 dibistanên şevînê yên ku di navbera salên 1962-1973an de avabûne 55 hebê wan li Kurdistanê hatine vekirin. Niha jî ji %44ên van yiboyan li Kurdistanê ne. Hindek ji van dibistanan berê girtîgehbûne û gelek caran nêzîkî qereqolê ne (Işık & Arslan, 2012).
(7) Stanley Milgram di sala 1961an de li ser tezên felsefîk yên Hannah Arendta ku digot xerabî jirêzê ye loma dikare ji hêla her kesî ve were kirin, di laboratiwarê de taqîya îtaet û êşkenceyê kir. Encamên taqîyê ev yek nişan dabû ku piranîya kobayan dikarîbûn serî li ber otorîteyê bitewînin û êşkenceyê li kesên xerîb bikin.
(8) Hiş an jî aqilê protez ne aqilê organik yê subjeyekê, amrazeke mekanîk ku nikare derkeve derveyî sînorên hatîye programkirin û dîyarkirin, objeyek e.
(9) https://www.gazeteduvar.com.tr/forum/2018/12/14/li-kurdistane-self-kolonizasyon-wek-teknolojîyeke-kolonyalizme-aqle-protez/
(10) Bourdieu têgeha habîtusê bi awayekî li vê dere hilneyê şîrove kiribû. dibêje fikirîn, têgihiştin, tevger û şiklê darazê û kapasîteya mirovî girêdayî derdorê û bi taybetî jî girêdayî sermayeya, aborî, civakî û çandî ye (Bourdieu, 2006/2000).
Çavkanî
Öztürk, S. (2012). İsmet Paşanın Kürt raporu. İstanbul: Doğan Kitap.
Arendt, H. (2011). Eichmann in Jerusalem: Ein Bericht von der Banalität des Bösen . Piper Taschenbuch.
Arendt, H. (2017). Elemente und Ursprünge totaler Herrschaft. München: Piper.
Avar, S. (2009). Dağ Çiceklerim. Ankara : Ulusal Eğitim Derneği .
Bourdieu, P. (1997). Ökononimsches, kulturelles und soziales Kapital. In F. Baumgart, Theorien der Sozialsiation (S. 217-231). Bad heilbrunn.
Bourdieu, P. (2006/2000). Reflexive Antroplogie/Zur Soziologie der symbolischen Formen. Suhrkamp.
Cibran, H. (1999). Fırtınalar. Kaknus Yayınları.
Dell, P. F. (2006). A New Model of Dissociative Identity Disorder. Psychiatr Clin N Am .
Garip, S. I. (28.. Dezember 2019). Kürdistanda Self Kolonizasyon: Bir Sömürgecilik Teknolojisi olarak Protez Akil. Von Duvar: https://www.gazeteduvar.com.tr/forum/2018/12/14/kurdistanda-self-kolonizasyon-bir-somurgecilik-teknolojisi-olarak-protez-akil1/ abgerufen
Işık, A. S., & Arslan, S. (Kış-Bahar 2012). Bir Asimilasyon Projesi: Türkîyede Yatılı Ilköğretim Bölge Okullari. Toplum ve Kuram, 6-7.
Khanna, R. (2003). Dark Continents. Duke University Press.
Lange, K. (25.. Dezember 2019). Der Terminus “Lebensraum” in Hitlers “Mein kampf”. Von Institut für Zeitgeschichte-München: https://www.ifz-muenchen.de/heftarchiv/1965_4_4_lange.pdf abgerufen
Lefebvre, H. (2014). Mekanin Üretimi. Istanbul : Sel.
Saylan, T. (06. 09 2006). Türkîyeni`nin kani cani YIBO`larda-2. Von Radikal: http://www.radikal.com.tr/yorum/turkîyenin-kani-cani-yibolarda-2-791001/ abgerufen
*Dr., Zaningaha Köln Instuta Orientalizm
Ev nivîs ewil li Duvarê hatîye weşandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin