Qonaxa duyem a danûstandinên stratejîk ên Amerîka û Iraqê dest pê dike
Îro qonaxa duyem a danûstandinên stratejîk ên di navbera Waşinton û Bexdayê de, bi serokatîya wezîrê derve yê Iraqê Dr. Fuad Hisên û wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li avahîya Wezareta Derve ya Amerîkayê li Waşintonê birêve diçin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê jî tekez kir ku, di gera duyem de, encam nayên yekalîkirin û gerên din ên danûstandinan wê hebin
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mula Telal got:"Qonaxa duyem a gotûbêjan ku wê li Amerîka birêve biçe, ne qonaxa dawî ye. herwiha nabe wisa hizir bikin ku qonaxa duyem wê dawî be û encamên yekalîker bidest bîne. Ew civîn wê berdewam bin bi awayekî ku di berjewendîya herdu welatan de bin, li ser bingea nerîna niştimanî ya Iraqê, berjewendîya gelê Iraqê û hevbeş di navbera me û dewleteke mezin û giring weke Amerîkayê de."
Piştî wezîrê derve yê Iraqê, serowkezîrê Iraqê Mistefa Kazmî bi serokatîya şandeke bilind gihişte Amerîkayê û roja Pênçşemê, wê ligel serokê Amerîkayê, Donald Trump bicive û mijara bihêzkirina pêwendîyn di nav bera Bexda û Waşintonê de û pêşhateyên dawî yên navçeyên û hin mijarên din, gotûbêj bikin.
Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê dibêje, nabe hest û soz me jihev cuda bikin û divê bizanin berjewendîyên Iraqê li kûderê ne.
Beha Erecî ragihand:"Pêwîste ev danûstandin danûstandinên hikûmî bin, nûnerên birayên Kurd di hikûmetê de hene, bi taybetî di kakilka hikûmetê de, ku birêz wezîrê derve Fuad Hisên, kesatîyekî Iraqî ye, di mijara gotûbêjan de, şaraza ye û ezmûneke wî ya mezin heye û nûneratîya Iraqê dike, nabe hest û soz me ji hev cuda bikin û divê em bizanibin berjewendîya Iraqê li kûderê ye, bi min ew gihiştîye Amerîka û dest bi gotûbêjê kirîye. Rêzdar Kazimî ligel Donald Trump mijara vekişîna hêzên Amerîkî gotûbêj dike, belê wê behsa wê naverokê bike, ku komîteya wan gihiştîyê."
Pênc nûnerên Herêma Kurdistanê di nav şanda Iraqê de hene, wê beşdarîyê di danûstandinan de bikin, û hejmarek ji dîdar û civînên ligel berpirsên Amerîkayê encamdan e.
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê, Beyan Samî Ebdulrehman ji Rûdawê re got, di danûstandinên stratejîk ên Amerîka û Iraqê de, ew dê hewla zêdetir pêşvebirina peywendîyên Kurdistanê û Amerîkayê bidin û tekez kir, ku serokê dîwana serokatîya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, wê di civîna Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îraqê de beşdar bibe.
Beyan Samî EbdulRehman herwiha destnîşan kir, ku şanda Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ji bilî beşdarîkirina di gotûbêjên stiratîjîk ên navbera Waşington û Bexdayê de, dê hejmareke civînan li gel berpirsên Amerîka encam bide.
Roja 11ê Hezîrana îsal yekemîn gera danûstandinên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê de, bi beşdarîya nûnerê Herêma Kurdistanê, bi rêya vîdyokonferansê, birêve çû.
Koşka Spî ragihand, Amerîka û Iraq weke 2 welatên hevbeş, çavê wan li wê yekê ye, ku pêwendîyên navbera xwe, di warên ewlehî, enerjî, tendirustî û çend mijarên din de, pêş bixin, û bi hev re kar bikin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin