Qubad Taleban: Hewlêr û hemû Herêma Kurdistanê wek çavên xwe diparêzin

Qubad Taleban: Hewlêr û hemû Herêma Kurdistanê wek çavên xwe diparêzin

.

A+A-

 Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, êrîşa mûşekî ya li dijî Hewlêrê, têkdana aramiya xelkê Kurdistanê ye û destdirêjî li ser her takekî Kurd li seranserê cîhanê ye.

Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, “Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin û radigihînin ku ev kar ji rûmeta Hewlêrê kêm nake û aramî û navûbangiya wê wek paytexta geş û mêvandost a Herêma Kurdistanê têk nade.”

Qubad Talebanî di dawiya peyama xwe de dibêje: “Hewlêr û hemû Herêma Kurdistanê wek çavên xwe diparêzin, her serbilind be bajarê Kela û Minare.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin