RAGIHANDIN
Shahîn Bekir Soreklî li Stenbolê li Weqfa Îsmail Beşikcî konferans dide
A+A-
Dost û hevwelatiyên dilsoz
Ji 5ê mehê û şûn ve, ez ê hefteyekê li Stenbolê bim. Dê li wir beşdare hinek çalakiyan bibim, yek ji wan:
Bi inîsyatîva CHALAK EVENTS û WEQFA ISMAIL BEŞIKCI kombûneke bi beşdariya min dê cîh bigire: Roja şemê 7/09/2019, demjimêr 5ê êvarê li Weqfa Ismail Beşikci: –Kuloğlu mah. İstiklal Cad. 21/1, Beyoğlu/İstanbul.
Bernameya hevdîtinê:
• Pêşgotin û pêşkêşkirin: Salihê Kevirbirî
• Shahîn Bekir Soreklî:
– Xwendina beşine ji berhemên xwe
– Pêşkêşkirina beşekî ji Destana Dewrêşê Evdî
– Pêşkêşkirina gotareke bi sernivîsa ZIMAN
– Pirs û bersîv
– Îmzekirina pirtûkan (Pirtûka “Helbestên ji Dil” û pirtûka “Destana Dewrêşê Evdî.)
Bi hêviya hevdîtinê û demeke xweş.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin