Ramazan Bûrsa: Tirkîye her ku diçe bêtir neçarî Rûsyayê dibe

Ramazan Bûrsa: Tirkîye her ku diçe bêtir neçarî Rûsyayê dibe

“Tirkîye him di warê pîşesazîya bergirîyê de him jî di warê enerjîyê de her ku diçe bêhtir neçarî Rûsyayê dibe.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Projeya projeya Turkish Stream bi beşdarîya serokên Rûsya û Tirkîyê bi fermî hat vekirin, pisporê Pêwendîyên Navdewletî, Ramazan Bûrsa jî dibêje, her ku diçe Tirkîye zêdetir neçarî Rûsyayê dibe û tekez dike: “Tirkîye him di warê pîşesazîya bergirîyê de him jî di warê enerjîyê de her ku diçe bêhtir neçarî Rûsyayê dibe.”

Bi beşdarîya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, roja Çarşemê projeya Turkish Stream a bo veguhastina gaza xwezayî ya Rûsyayê bo Ewropayê di rêya Tirkîyê re, hat vekirin.

Turkish Stream ku xeteke borîyan ya 930 kîlometre ye û tê payîn salane 15.75 milyar metre gaza Rûsyayê veguhêze Ewropayê.

Li gorî hin pisporan Tirkîye êdî bi temamî di sengera Awrasyayê de cîh digire û di warê enerjîyê de jî angajeyî Rûsyayê dibe. Ew jî tê wê wateyê ku  di gelek mijaran de helwesta Tirkîyê girêdayî helwesta Rûsyayê dibe.

Serokê Kafkassamê, Hasan Oktay  behsa pêwendîya navbera Tirkîye û Rûsyayê û hevahengîya herdu welatan bi hev re di gelek mijaran de, kir û ragihand, Enqere û Moskow di nakokî û alozîyên navbera Amerîka û Îranê de jî xwedî rol in û dikarin navbeynkarîyê bikin.

Hasan Oktay ji Rûdawê re got: “Ji ber ku ew seredan piştî kuştina Qasim Silêmanî pêk tê bala her kesî bi ser xwe ve dikêşe. Li cîhanê her 24 seat gelekî bi lez derbas dibe, bi taybetî di pêwendîyên Tirkîyê û Rûsyayê de pêşveçûneke gelekî mezin heye. Her çiqasî di gelek mijaran de nêrîna herdû welatan cihê be jî, hemahengîya di navbera herdu serokan de dike ku herdu welat di mijarên girîng de yekdeng bibin. Tirk û Rûs bi hev re di mijara Îran û Amerîkayê de navbeynkarîyeke girîng li xwe digirin. Tu welatên din jî nikarin rolekî wiha li xwe bigirin.”

Pisporê Pêwendîyên Navdewletî, Ramazan Bûrsa jî dibêje, her ku diçe Tirkîye neçarî Rûsyayê dibe û tekez dike: “Tirkîye him di warê pîşesazîya bergirîyê de him jî di warê enerjîyê de her ku diçe bêhtir neçarî Rûsyayê dibe. Ew cihê gumanê ye. Li alîyê din bi van peymanan Tirikye êdî bêhtir di sengera Awrasyayê de cîh digire. Terazîya hêzên gerdûnî ji nû ve tê sazkirin û hemû welat gefê  li hevdu dikin. Divê Tirikye ne tenê li kêleka hêzekê, lê belê bi hemû hêzan re di pêwendîyên baş de be. Rola navbeynkarîyê bo Tirikye ya herî bi xêr e. Divê rêya vê yekê bibîne.”

Projeya ku him Tirk û him jî Rûs qîmeteke bêhempa didinê bi bûdceyeke mezin ango bi  11,4 milyar euro tê çêkirin.

Lê belê Amerîka ji projeyê nerazî ye û ji bo vê projeyê bang li welatên ewropî dike, daku beşdarî projeyê nebin û gazê ji Rûsyayê nekirin, ji ber ku ew proje di dahatûyê de dibe kertikeke jeostratejîk û gelek terazîyan serobin dike.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin