Ramazan Şîmşek: Ez dê dîsa bi Kurdî xizmetê bidim
.
Ramazan Şîmşek ku 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî biryar dabû hemû xizmetên di kafeya wî de bi Kurdî bê dayîn û bi biryara dadgehê 6 mehan di mala xwe de hatibû zindankirin, serbest hat berdan.
Dildarê zimanê kurdî Ramazan Şîmşek wekî berê dîsa her roj diçe kafeya xwe û xizmeta xwe ya bi Kurdî berdewam dike.
Ew dibêje tenê poşmaniyeke wî heye, xwezî ji berê de biryara xizmeta bi Kurdî girtiba.
Ramaza Şîmşek dibêje dema ew li mala xwe zindankirî bû, bîna wî gelek teng bûye.
“6 meh derî li ser te girtî ye”
Şîmşek wiha behsa xwe kir:
“Ne girtîgeh bû lê 6 meh derî li ser te girtî ye. Tu dikarî herî, li derve jiyan zindî ye, mirov hene, kafeya te heye, hezkiriyên te hene.
Lê gerek tu xwe bigirî û dernekevî derve. Ev tiştekî zehmet bû.
Şeş meh di lingê te de kelepçe heye. Tu pê serê xwe dişoy, pê radizî, di nava jiyanê de bi wê digerî.
Ew amûr hertim di lingê te de ye. Bi vî awayî mirov aciz dibû.”
Ramazan Şîmşek piştî vê biryara Kurdî li ser torên civakî rastê êrişên bi milyonan nijadperestan hat.
Lê wî gav paşde navêt û li ser ya xwe ma.
“Ne poşman im xwezî me ev biryar 20 sal berê dabûya”
Şîmşek da zanîn ku ew ew dê dîsa bi Kurdî xizmetê bide û ew poşman nebûye û got:
“Xwezî me berê ev biryar girtiba. Di vî awayî de poşmaniyek heye. Xwezî me 20 sal berê tiştekî wisa bikira.
Her bazirganek divê zimanê xwe yê bazar û bazirganiyê bike Kurdî.
Daxwaza me bi vî awayî ye. Ez li vir bang jî dikim. Gerek herkes pêşî bi zimanê xwe bazirganiyê bike.”
Hem karkerên kafeyê û hem jî kirîgerên ku têne kafeyê jî bi xizmeta Kurdî kêfxweş in.
Ew di nava vê atmosferê de xwe azad hîs dikin.
“Divê Amedê kargehên bi Kurdî xizmetê dikin zêdetir bibin”
Mişterî Suat Bayram jî got:
“Ez tim û daîm dema rêya min bi vir de dikeve, ez dibêjim ez hinekî herim bi zimanê xwe biaxivim, hinek bi zimanê xwe bixwim, vexwim.
Hinekî bi zimanê xwe eleqedar bibim. Ev tiştekî gelekî xweş e.
Divê li hemû Amedê, li hemû kargehan eleqeyeke wisa bibîne ku kêfxweşiya mirov zêdetir bibe.”
Xebatkarê Kafeyê Mehmûd Akin jî got:
“Em bi hev re bi Kurmancî xeber didin. Carna ew carna em diçin li ba wan xeber didin.
Navbera me xweş e. Kêfa wan pir tê.”
Di van salên dawiyê de her çiqasî zimanê Kurdî li ber aşê bişaftinê tê hêrandin jî di nava civakê de ba û pêleke xwedîderketina li zimanê Kurdî jî roj bi roj zêdetir dibe.
Ramazan Şîmşek û kafeya wî tenê yek ji vê pêlê ye.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin