"Ramîn Penahî nehatiye bidarvekirin"
Ji şevê din ve, hejmareke mezin ji xelkê li pêşiya girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec kom bûne, da ku piştevaniya xwe ji zindaniyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî re bidin xuyakirin.
A+A-
Emced Hisên Penahî, birayê Ramîn Penahî ragihand, ku hemû ew dengoyên behsa bidarvekirina Ramîn dikin nerast in û got: Tevî ku niha Ramîn zindî ye, lê hîn jiyana wî di metirsiyê de ye û em bitirs in ku ji nişka ve wî bi dar ve bikin.
Emced Penahî got: Piştî gellek fişaran, îro rê hat dayîn ku dê û bavê min Ramîn bibînin.
Ji duh ve, hejmareke mezin ji çalakvan û rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî, daxwaz dikin ku cezaya bidarvekirinê li ser Ramîn Penahî bê rawestandin, heya niha desthilata dadwerî ya Îranê, rijd e ku cezayê bicî bike.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin