RAPIRSÎ: Bav li gorî dayikan zêdetir bi zimanê dayikê diaxivin

RAPIRSÎ: Bav li gorî dayikan zêdetir bi zimanê dayikê diaxivin

.

A+A-

 Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, ji sedî 97,8ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin.

Her wiha bav li gorî dayikan zêdetir bi zimanê dayikê diaxivin û di nav nifşên nû de axaftina bi zimanê Kurdî kêm dibe.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, di navbera 28ê Kanûna Paşîn a 2025an û 11ê Sibata 2025an de li 22 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdariya hezar û 285 kesan li ser axaftina zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî lêkolînek kir.

Lêkolîn li bajarên Amed, Riha, Semsûr, Dîlok, Mêrdîn, Wan, Êlih, Şirnex, Erzirom, Çewlîg, Colemêrg, Dêrsim, Meletî, Agirî û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Bursa, Edene û Mêrsînê yên Tirkiyeyê hat kirin.

Ji sedî 97,5ê kesên beşdarî rapirsiyê bûne Kurd, ji sedî 0,8 Çerkez, ji sedî 0,7 Ermen, ji sedî 0,5 Ereb, ji sedî 0,1 Tirk û ji sedî 0,4 Suryanî, Gurcî, Laz, Rûm û Oset bûn.

Ji sedî 80,4ê zimanê dayikê ya beşdaran Kurmancî, ji sedî 17 Kirmanckî/Zazakî, ji sedî 0,8 Ermenî, ji sedî 0,7 Çerkezî ye.

Li gorî encaman, tenê sedî 41,7ê beşdaran di nav mala xwe de bi berdewamî bi Kurdî diaxivin, ji sedî 35,9 bi Tirkî, ji sedî 14,9 bi Kurdî û Tirkî, ji sedî 6,9 bi Kirmanckî/Zazakî, ji sedî 0,3 bi Erebî, ji sedî 0,2 bi Ermenkî û ji sedî 0,1 bi Suryanî diaxivin.

Ji her 5 zarokan yek bi zimanê xwe yê dayikê naaxive

Ji her 5 zarokên ji 11 salî biçûktir yek bi berdewamî bi zimanê xwe yê dayikê naaxive û her ku temenê zarokan dadikeve rêjeya axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe û rêjeya zarokên zimanê xwe yê dayikê nizanin zêde dibe.

Di xebata rapirsiyê de hat diyarkirin ku ji bo parastin û jiyandina zimanên din ên ji bilî Tirkî pêwîstî bi derxistina yasayên cidî, wergirtina tedbîrên burakratîk, civakî û malbatî heye.

Ji sedî 33,9ê beşdarên ku zimanê wan ê dayikê ne Tirkî ye dibêjin, “em zimanê xwe yê dayikê baş fêm dikin”, ji sedî 26,5 dibêjin “em di asta pêwîst de fêm dikin” û ji sedî 6,4 jî dibêjin “em zimanê xwe yê dayikê qet nizanin.”

Sedema fêmnekirina zimanê dayikê

Di lêkolînê de sedema fêmnekirin û neaxaftina bi zimanê dayikê jî hat pirsîn.

Ji sedî 21,5ê beşdaran gotiye “ji ber ku wan perwerde wernegirtiye”, ji sedî 20,1ê wan gotiye “ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê”, ji sedî 18ê beşdaran gotiye “ji ber ku li malê kes naaxive”, ji sedî 11,3yê wan gotiye “ji ber ku li bajêr mezin bûye”, ji sedî 9,7ê wan gotiye “ji ber ku zimanê herêma lê dijîn cuda ye”, ji sedî 6,6ê wan gotiye “ji ber ku di jiyana rojane de rû bi rû nabin” û ji sedî 5ê beşdaran gotiye “ji ber ku li dibistanê qedexe ye” fêm nakin û naaxivin.

Li gorî rapirsiyê ji sedî 67,8ê beşdaran li kolanê û di jiyana civakî de bi Tirkî diaxivin, ji sedî 30ê wan bi zaravayê Kurmancî û ji sedî 2,2yê wan jî bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî diaxivin.

Bav li gor dayikan zêdetir bi zimanê dayikê diaxivin

Li gorî lêkolînê di nav malê de sedî 69,8ê dayikan û sedî 70ê bavan bi giştî bi zimanê dayikê diaxivin.

Di nav malbatan de bi daketina temen re axaftina bi zimanê dayikê jî kêmtir dibe.

Di nav zarokên 0-5 salî de ji sedî 18,5 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 20,7 jî car caran diaxivin.

Di nav zarokên 6-11 salî de ji sedî 18 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 24,2 jî car caran diaxivin.

Di nav zarokên 12-17 salî de ji sedî 22,4 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 26,4 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 18-24 salî de ji sedî 34,1 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 24,2 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 25-34 salî de ji sedî 45,6 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 24,3 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 35-44 salî de ji sedî 56,1 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 19,1 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 45-54 salî de ji sedî 63,8 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 15,4 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 55-64 salî de ji sedî 76 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 6,5 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên ji 65 salî mezintir de ji sedî 77,9 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 5,3 jî car caran diaxivin.

Ji sedî 97,8 perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin

Ji sedî sedî 97,8ê malbatan dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin û tenê ji sedî 1,5 malbatan naxwazin zarokê wan bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin.

Ji sedî 97,7ê beşdaran ji pirsa “Gelo hûn daxwaza parastin û pêşxistina zimanê xwe yê dayikê dikin?” re bersiva “erê” daye.

Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa “Li gorî we metirsiya herî mezin a li ser zimanê we yê dayikê çi ye?” hatiye kirin.

Ji sedî 46,5an gotiye “nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê.”

Ji sedî 19,46an gotiye “polîtîkayên zext û asîmîlasyonê.”

Ji sedî 15,1ê beşdaran gotiye “ji ber nebûna statuya yasayî” û ji sedî 14,4an gotiye “axaftina malbatan bi zarokan re ya bi Tirkî.”

Parastina zimanê dayikê

Ji beşdaran pirsa “Ji bo parastin û pêşxistina zimanê dayikê çi pêşniyarên we hene?” hatiye kirin.

Ji sedî 31,8 beşdaran gotiye “Divê bibe zimanê perwerdeyê”, ji sedî 30,4an gotiye “Divê statuya yasayî hebe” û ji sedî 26,6an gotiye “Divê bibe zimanê fermî.”

Di lêkolînê de pirsa “Heta niha zarokên we bi zimanê xwe yê dayikê kurs an li dibistanê perwerde wergirtiye?” hatiye kirin.

Ji sedî 17,7an bersiva “erê” daye. Ji sedî 25ê beşdaran gotiye “li dibistanê wekî dersa bijarte wergirtiye.”

Cudakariya herî zêde li saziyên fermî ye

Ji malbatan pirsa “Gelo hûn ditirsin ku dema zarokên we bi Kurdî biaxivin rûbirûyî cudakariyê bibin?” hatiye kirin.

Tevî ku piraniya beşdaran rapirsiyê li Bakurê Kurdistanê bûne jî ji sedî 49 bersiva “erê”, ji sedî 34,3 bersiva “na” û ji sedî 15,5 bersiva “heta astekê” daye.

Mijara cudakariya li hemberî zimanê ne bi Tirkî jî hatiye pirsîn û piraniya beşdaran dibêjin “Di jiyana rojane de, li saziyên fermî û li ser medyaya civakî ji ber zimanê wan ê dayikê li hemberî wan cudakarî tê kirin.”

Welatiyên ku zimanê wan ên dayikê ne Tirkî ne herî zêde li saziyên fermî rûbirûyê cudakariyê dibin.

Li gorî bersivan rêjeya cudakariyê wiha ye:

                                                      Erê                        Carinan

Li saziyên fermî:                              Ji sedî 67,9            Ji sedî 14,9

Li saziyên perwerdeyê:                     Ji sedî 55,2           Ji sedî 12,4

Li saziyên tenduristiyê:                     Ji sedî 45,1           Ji sedî 17

Medyaya civakî:                               Ji sedî 35,3           Ji sedî 20,5

Li cihê kar:                                     Ji sedî 29,1           Ji sedî 18,8

Di veguhastinê de:                           Ji sedî 26,4          Ji sedî 19,4

Jiyana civakî:                                  Ji sedî 21,9          Ji sedî 23,5               

Li nav bajêr:                                   Ji sedî 19,5          Ji sedî 16

Li nav dost û hevalan:                     Ji sedî 4,4            Ji sedî 8,2

Li nav malbat û xizman:                  Ji sedî 3,9            Ji sedî 5,8

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin