RAPOR: Piranî Kurd û Belûc herî kêm 975 kes li Îranê hatin darvekirin

RAPOR: Piranî Kurd û Belûc herî kêm 975 kes li Îranê hatin darvekirin

.

A+A-

Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) di rapora xwe ya dawî de ragihand, li Îran, Belucistan û Rojhilatê Kurdistanê di sala 2024an de 975 kes hatine darvekirin û dibe hejmara rast ji vê rêjeyê zêdetir e.

Di rapora IHR û ECPMê de hate diyarkirin, ji sedî 90ê darvekirinan ji raya giştî re nayên ragihandin û hejmara rast dibe ku hîn zêdetir be.

Rojê 5-6 kes têne îdamkirin

Hate gotin ku ji ber çavkanî baş nehatine kontrolkirin 40 bûyerên darvekirinê li raporê nehatine zêdekirin. Rêveberê IHRê Mahmood Amiry-Moghaddam gotiye, li Îranê rojê 5 an 6 kes tên darvekirin û da zanîn: "Ev darvekirin parçeyek ji hewlên Komara Îslamî ye ku ji bo parastina desthilata xwe dide. Cezayê darvekirinê amûrê zextê yê herî hêzdar ê rejîmê ye."

Kesên temenê wan biçûk jî hatin darvekirin

Li gor raporê, di sala 2024an de ji 975 kesên hatine darvekirin 31 jê jin bûn û 4 ji wan li pêşiya gel hatin darvekirin. Hate diyarkirin ku li hin kesên ku di dema sûc de ne reşîd bûne jî cezayê darvekirinê hatiye birîn. Yek ji van Mehdî Jahanpur e ku di 16 saliya xwe de ji kuştinê hatiye girtin û piştî çend salan di girtîgehê de ma, di Îlona 2024an de di 22 saliya xwe de hatibû darvekirin.

Li gorî raporê, her çiqas piraniya cezayên darvekirinê bi sûcên wekî tiryak, kuştin û destdirêjiyê bên têkildarkirin jî, tewanbariyên ne zelal ên wekî "gendeliya zeviyan" an jî "serhildan"ê jî ji bo hedefgirtina mixalifan tên bikaranîn. Li gor raporê, rejîma Îranê girêdayî protestoyên "Jin, Jiyan, Azadî" yê ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirine, ji sala 2022yan ve 10 kes darve kirine.

Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku mehkûm rastî îşkenceyeke sîstematîk tên û mafê wan ê darizandina adilane tê binpêkirin. Di raporê de tê diyarkirin ku pirî caran hevdîtina mehkûman a bi parêzeran re tê astengkirin û mikurhatinên bi darê zorê hatine girtin di dadgehan de wek delîl tên bikaranîn. Tê diyarkirin ku di dozên Mohammad Ghobadlu û Gholamreza Rasaei de ku di sala 2024'an de hatin darvekirin bêisûlî hatine kirin û darizandineke derhiqûqî hatiye kirin.

Herî zêde Kurd û Belûcî ne

Di raporê de tê destnîşankirin ku cezayên darvekirinê bi taybet li dijî kêmarên etnîk wek amûrê zextê tê bikaranîn.  Di serî de Belûcî û Kurd, gelek endamên kêmarên etnîk tên darvekirin. Raporê bal kişand ser wê yekê ku hîn 13 aktîvîst hene ku bi cezayê darvekirinê tên darizandin û bi taybet parêzvanên mafên jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî jî bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin