Rapora Pentagonê: Ji ber operasyona Tirkîyeyê DAIŞê xwe dîsa bi rê xistîye
Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser operasyona Tirkîyeyê ya li Rojavayê raporek amade kirîye.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser operasyona Tirkîyeyê ya li Rojavayê raporek amade kirîye.
Li gor raporê “bi vegera leşkerên ji bakurê rojhilatê Sûrîyeyê ya leşkerên Amerîkayê û operasyona Tirkîyeyê DAIŞê xwe dîsa bi rê xistîye.”
“Hewceyî wextî ye...”
Li gor nûçeyeka BBCyê ji AFPyê ragihandî di raporê de hatîye eşkerekirin ku “çêdibe DAIŞ ji rojavayê ve dest bi opersyonekê bike.”
Pentagonê şîyar kirîye ku 19 rê û rêbazên belavbûnê yên DAIŞê hene û hewceyî wextî ye ku xwe bi rê bixe.”
Serokê DYAyê Donald Trumpî pêşîyê biryar dabû ku leşkerên Amerîkayê dê ji Rojavayê biçin. Paşê Trumpî ragihandibû ku ji bo parastine bîrên petrolê hin hêzên Amerîkayê dê li Rojavayê bimînin.
Çavkanî: Bianet
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin