Raporta Meclîsa Almanyayê: Tirkiye li Sûriyê dagirker e
Pisporên Meclîsa Federal a Almanyayê, bi daxwaza Partiya Çep, statuya hiqûqî ya hebûna leşkerî ya Tirkiyê nirxand û encam jê derket ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê li gor hiqûqa navdewletî xwediyê taybetmendiyên dagirkeriyê ye.
A+A-
Di raporta ku ji aliyê Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal a Almanyayê de, Tirkiyê li Sûriyê weke 'Dagirker' hate binavkirin.
Li gor nûçeya DPAyê hat gotin 'Heke hebûna leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Efrîn, El Bab, Cerablûs û Azezê baş were lêkolan, li gor hiqûqa navneteweyî xwediyê taybetmendiyên dagirkeriyê ye.
Partiya Çep jî dibêje sikandal e ku Hikûmeta Almanyayê dagirkirina Tirkiyê, weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav nake.
Raportên vê saziyê bo agahdarkirina parlamenteran e û ne nêrîna parlamentoyê ye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin