Raporteke Amerîkî: Milîsan nîvdewletek di navbera Iraq û Sûriyê de pêk aniye
.
A+A-
"Komên milîs ên Şîe, li deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê nîvdewletek pêk aniye."
Raporteke îstixbaratê ya Amerîkî eşkere dike ku komên milîs ên Şîe, li deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê nîvdewletek pêk aniye.
Li gor raporteke peymangeha Newlines a Amerîkî; komên milîs ên Şîe bi temamî kontrola deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê kirine û nîvdewletek li wê herêmê pêk aniye.
Raportê destnîşan kiriye: “Ew komên milîs ku piraniya wan ji aliyê Îranê ve alîkariya wan tê kirin, ji bilî warê leşkerî ya deverê, liv û tevegra bazirganî û aborî ya deverê jî kontrol kirine, her kesek ser bi wan grûpan jî li postên hikûmî yên deverê hatine danîn.”
(K24)
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin