Rêber Ehmed: Lijneya hevpar a NY, Iraq û Kurdistanê dest bi kar dike

Rêber Ehmed: Lijneya hevpar a NY, Iraq û Kurdistanê dest bi kar dike

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku lijnekeye hevpar a ji Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê, li ser girtina kampên koçberan ên Herêma Kurdistanê dest bi kar dike.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 8ê Tîrmehê di civîneke rojnamevanî de got: “Tiştê ku li ser milên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê wê bû, di deh salên borî de li beramberî aware û penaberan bi zêdehî ve û bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên Civaka Navdewletî bi cih aniye; tevî pirsgirêkên darayî, aborî û ewlehiyê.”

Ehmed da zanîn, biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ji bo daxistina kempan bê şêwirmendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî û koçberan bi xwe bûye, ev jî bûye sedema nîgeraniya koçber û penaberên şêniyên kampan” û diyar kir, “Tiştê ji hemiyan nexweştir ew e ku, ew biryar bê peydakirina derfeta vegerînê, dabînkirina xizmetkariyan, tenahî û parastina xelkê di dema vegerandinê de, hatiye dayîn.”

Wezîrê Navxwe bi bîr xist, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vegerîna serbilindî û dilxwazane ya koçberên kampan ji bo deverên wan re ye, ev jî bi nivîsara fermî pêşkeşî Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye.

Rêber Ehmed da zanîn, “Lijneyeke hevpar di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî de tê pêkanîn, ji bo pêdaçûnê li ser biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya daxistina kampê koçberên li Herêma Kurdistanê bike.”

Herwiha Ehmed got ku biryara pêkanîna wê lijneyê ji nivîsgeha Sûdanî re hatiye şandin û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankariyan pêşkêş dike ji bo ku ew lijne di zûtirîn demê de dest bi karên xwe bike, da ku baştirîn çareserî ji bo pirsa vegerandina koçberan bi awayekî dilxwazane ji bo deverên wan peyda bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin