Rêberê neteweyî Mela Mistefa Barzanî 122 salî ye

Rêberê neteweyî Mela Mistefa Barzanî 122 salî ye

.

A+A-

Îro 122 sal di ser jidayîkbûna general û rêberê mezin ê Kurd Mela Mistefa Barzanî yê nemir re derbas dibin. Wî jiyanake pir bi têkoşîn borand û di dirêjahiya sedsalekî de mohra xwe li tekoşîna azadiya gelê Kurd xist.

Jiyana Mela Mistefa Barzanî bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî, serkeftin û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye.

Mela Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de ji serhildana Kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir û bû generalê Pêşmergeyên Komara Kurdistanê li Mehabadê û bûye pêşengê şoreşa Kurdan û rêberê rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê.

Mela Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903yan li gundê Barzanê ji dayîk bûye.

Mela Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd de mezin dibe. Ew di 3 saliya xwe de li gel dayika xwe li Mûsilê di zîndana Osmaniyan de dimîne.

Malbata Mela Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20an de dikeve nav tevgera neteweyî ya Kurdî. Birayê wî yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî ji tevgera gelê Kurd re serokatiyê dike.

Mela Mistefa Barzanî sala 1943yan ve dest bi karê şoreşê li dijî rejîma Îraqê kiriye û birêvebiriya tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê kiriye.

Di 16 saliya xwe de beşdarî Şoreşa Şêx Mehmûdê Berzincî bû

Barzaniyê Nemir sala 1919an beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Berzincî dibe û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî.

Sala 1920an Şêx Ehmed Barzanî, Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê ji bo ku hevahengiyeke di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bê kirin.

Mela Mistefa Barzanî di salên 1931-32yan de, li devera Barzanê û li gundên Mêrgesor û Şêrwanê fermandariya Pêşmergeyên ku şerê Brîtanyayê dikirin, bûye. Jîrbûna Mela Mistefa Barzanî di warê leşkerî û şerkeriyê de li wir eşkere dibe.

Sala 1932yan dema hikûmeta wê demê ya Îraqê bi alîkariya Brîtanyayê êrişî hêzên Kurdan dike, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurdan dike.

Hikûmeta Îraqê salekê piştî wî şerî efûyê ji hêzên Pêşmergeyan û malbata Barzanî re derdixe ji ber wê jî ji sala 1936an heta 1943yan çalakiyên leşkerî ji aliyê Pêşmergeyan ve tê sekinandin.

Sala 1943yan dîsa xebata Pêşmergetiyê û tevgera Kurdî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve dest pê dike.

Serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê

Mela Mistefa Barzanî sala 1943yan diçe Sileymaniyê û ji wir derbasî Rojhilata Kurdistanê bajarê Mehabadê dibe.

Mele Mistefa Barzanî li Rojhilata Kurdistanê bi serokeşîrên Kurd re dan û standinan dike û ev serdana wî hemû Kurdan kêfxweş dike.

Mela Mistefa Barzanî Tîrmeha 1945an vedigere Başûrê Kurdistanê, li gundan bi serokeşîran re dan û standin dike û di civînê de biryar te girtin ku li hemberî dewletê şerê Pêşmergetiyê bimeşînin.

Heman salê Mela Mistafe Barzanî û Pêşmergeyên wî vedigerin Rojhilata Kurdistanê tevlî desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê dibin.

Ew sala 1946an di avakirina Komara Kurdistanê de roleke gelekî girîng dilîzin.

Mela Mistefa Barzanî, di Komara Kurdiatanê de dibe serleşker.

Dema ku desthilata Îranê êrişî Kurdistanê dike, ew ji Qazî Mihamed daxwaz dike ku li ber xwe bidin lê Qazî Mihemed biryara şer qebûl nake.

Dema Qazî Mihemed biryara mayînê dide, Alaya Kurdistanê jî wekî emanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike.

Mela Mistefa Barzanî bi 500 hevalên xwe re derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

Li Sovyetê jî ji bo mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan. Sala 1946an li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îraqê tê damezirandin û Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partiyê.

Mele Mistefa Barzanî sala 1958an dema ku desthilatdarî li Îraqê tê guhertin, di ser Misirê re vedigere Îraqê. Vegera Mele Mistefa Barzanî li ser tevgera neteweyî ya hemû parçeyên Kurdistanê bandorê dike.

Şoreşa Îlonê da destpêkirin

Li Îraqê piştî ku desthilatdarî hat guhertin, Destûra Bingehîn a nû hat pejirandin.

Hat qebûlkirin ku Îraq ji 2 miletan, miletê Kurd û Ereb pêk tê.

Kurd dê welatê xwe bi rê ve bibin. Her wiha PDK li Îraqê dibe partiyeke yasayî.

Lê desthilatdariya Îraqê, piştî ku xwe xurt kir û lingên xwe da erdê, êrişî Kurdan kir û Mela Mistefa Barzanî jî, Îlona 1961ê dest bi Şoreşa Îlonê kir.

Şoreşa Kurdistanê gelekî serkeftî bû lê di nava Kurdan de parçebûn (1964) pêk hat.

Dîsa jî ev şoreşa Kurdan a di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de heta sala 1970ê berdewam kir.

Desthilatdariya Îraqê û rejîma Baesê mecbûr man ku li Kurdistanê otonomiyê qebûl bikin.

Ev têkoşîna neteweyî ya Kurdan di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de 11ê Adara 1970ê bi otonomiya Kurdistanê gihişt encamê.

Neteweya Kurd pêşî defacto û piştre jî bi hiqûq û bi pejirandina yasayeke nû, bi Peymana 11ê Adara 1970yê bû desthilatdar.

Otonomiya Kurdistanê bi desthilatdarî û hêza xwe ya Pêşmergeyan nîvdewleteke serbixwe bû.

Mela Mustafa Barzanî dîsa sala 1974an dest bi şerê çekdarî kir.

Piştî şikestina Şoreşa Îlonê, Mela Mistefa Barzanî hewl da bi rêya têkiliyên xwe yên taybet piştgiriyekê ji gelê Kurd re peyda bike û bi vê armancê berê xwe da Amerîkayê.

Mela Mistefa Barzanî 1ê Adara sala 1979an li nexwaşxaneyeke Amerîkayê koça dawî kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin