Rêbiwar Talebanî: Cibicîkirina madeya 140 ziyanê nagihîne ti netewe û pêkhateyan

Rêbiwar Talebanî: Cibicîkirina madeya 140 ziyanê nagihîne ti netewe û pêkhateyan

.

A+A-

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Madeya 140 Rêbiwar Talebanî ragihand, çend aliyên siyasî yên Kerkûkê ji ber hegemonyaya derve, dixwazin cîbicîkirina madeya 140 wek neyê cibicîkirin.

Cîbicîkirina madeya 140, yek ji daxwazên sereke yên Herêma Kurdistanê ye ji bo rêkeftina ligel aliyên Iraqî, piştî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, biryar hat dayîn ku Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140 ji nû ve bê aktîvkirin.

Di vê derbarê de Rêbiwar Talebanî ji K24ê re ragihand, cibicîkirina madeya 140 ziyanê nagihîne ti netewe û pêkhateyan, belkû pêkvejiyanê diparêze û mafên wan jî vedigerîne.

Derbarê redkirina aktîvkirina Komîteya Madeya 140 ji aliyê hin partiyên Tirkmenî ve, Rêbiwar Talebanî got: “Ewên cibicîkirina vê madeyê red dikin, çend aliyên siyasî yên ku bi ajandayeke siyasî ya derve kar dikin in û ti endametiya wan bo Iraqê nîne.”

Herwiha Rêbiwar Talebanî got: “Nasnameya kurdî ya Kerkûkê nayê wê wateyê ku em neteweyên din qebûl nakin, lê belê, ev herêm herêmeke Kurdistanî ye û hikûmetên berê ên Iraqê di 100 salên borî de demografiya Kerkûkê guherandine.Em daxwaza rewşa Kerkûkê bê asayîkirin û serjimêrî li Kerkûkê bê kirin, bi referandumê çarenivîsa Kerkûkê bê diyarkirin, ku di madeya 140 de di sê qonaxan de diyar kiriye.

Madeya 140 a Destûra Iraqê diyar dike ku navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, dê bi referandûmê ve girêdayî Hewlêrê yan Bexdayê bin.

Beşek mezin ji kurdên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî di serdema desthilata Sedam Husên de hatin sirgûnkirin û li şûna wan Ereb hatin bicihkirin.

Li gel siyaseta erebkirin, sirgûnkirin û guhartina demografiya wan mavçeyan, lê Kerkûk û piraniya navçeyan karîn nasnameya xwe ya Kurdistanî biparêzin.

Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî ragihandibû, Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 ji aliyê serokwezîr ve ji nû ve hatiye avakirin ku di sala 2014an de hatibû astengkirin. Divê komîte di nava 10 rojan de bicive û bûdceyek texmînkirî ji bo qerebûkirina kesên ku di madeya 140ê de zirar dîtine amade bike û pêşkêşî Encûmena Wezîran bike, da ku di bûdceya giştî de cih bigire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin