Rêbiwar Talebanî: ‘Heta rewşa Kerkûkê asayî nebe, divê ti hilbijartin neyê naskirin’

Rêbiwar Talebanî: ‘Heta rewşa Kerkûkê asayî nebe, divê ti hilbijartin neyê naskirin’

.

A+A-

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Navçeyên Kurdistanî Rêbiwar Talebanî ku beriya bûyerên 16ê Cotmeha 2017an parêzgarê Kerkûkê bû derbarê hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de daxuyanî da.

Talebanî got, heger Kurd her 16 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bidest bixin jî, ti bihayeke wê nîne û guhertin çênabe û di dewamê de diyar kir: “Heta rewşa Kerkûkê asayî nebe, ti hilbijartineke ku li Kerkûkê bê kirin, divê neyê naskirin.”

Rêbiwar Talebanî, li ser hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ku roja 18ê Kanûna 2023yan têne lidarxistin, ji ber lihevnekirina aliyên Kurdistanê li ser Hevpeymaniyeke Kurdistanê rexne kir û wiha axivî:

“Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û piştî 5 salan, tenê çend meh ji hilbijartinên encumenên parêzgehan re mane, partiyên Kurdî nû li hev dicivin û dibêjin 'yek lîste baş e'. Lê mixabin ez nizanim çima Kurd ti plan û stratejiyeke wan tune ye, ev hemû kêmasî ye.”

Talebanî ji K24ê re gotiye, ew di wê baweriyê de ye ku aliyên siyasî yên Iraqî hewl didin "nasnameya Kurdî ya Kerkûkê jinav bibin" di dema ku partiyên Kurdî hêj nû doza yekrêzî û yeklîsteyê dikin û wiha pê de çû: “Yekîtî her tim baş e, Kurd her dema bûne yek, her tim gihîştine mafên xwe. Her dema ku haya wan ji xwe tune bûye, tên xapandin û destkeftiyên wan ji destê wan tên standin.”

Talebanî li ser rewşa Kerkûkê dide zanîn: “Projeya hilbijartinê, pêwîstiya wê bi rewşeke asayî û azadiyê heye, niha her du jî li Kerkûkê tune ne, li şûna wê artêş û milîs li bajêr hene, ji bilî wê yekê jî, madeya 140 a destûra Iraqê nehatiye bicihkirin… Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê yan jî her hilbijartineke din li Kerkûkê, bêyî asayîkirina rewşa Kerkûkê bê kirin, nabe bê naskirin.”

Şêwirmendê Serokowezîrê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Eger rewşa Kerkûkê vegere rewşa asayî û hilbijartin bên kirin, wê demê hilbijartin dê girîng be û paşeroj û nasnameya Kurdî li Kerkûkê diyar bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, hilbijartina dawî ya Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê di sala 2005an de hatibû kirin, partiyên Kurdî bi yek lîsteyê “Lîsteya Birayetî” beşdarî hilbijartinan bûn û ji koma 41 kursiyan, 26 kursî bidest xistibûn. Partiyên Tirkmen 9 kursî û Ereban jî 6 kursî bi dest xistibûn. Niha hejmara kursiyan ji 41an daketiye 16 kursiyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin