Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Referandûm û Manzara-yî Umûmîye

A+A-

Hêdî hêdî helwesta partîyên Kurdistanî û partîyên ku li ser Kurdan tê hesibandin di derbarê referandûma qanûna esasî de zelal dibe. HDP/DBP bi “şîara welatê hevpar û cumherîyeta demokratîk” wê di referandûmê de bibêje “na”. HAKPAR jî “ji bo azadî, aşîtî û demokrasîyê” wê bibêje “na”. OSP (Partîya Azadî û Sosyalîzmê) jî di referandûmê de dê bibêje “na”. Hereketa Azadî ji bo referandûmê endam û alîgirên xwe serbest hêla.

T-KDP, PDK Bakur, Partîya Sosyalîst û PAK hîn helwesta xwe dîyar nekirine. PSK û PAK her yek di nav xwe de, di referandumê de li ser helwesta ”na” û ”boykotê” munaqeşe dikin. TKDP jî hîn şêla xwe dîyar nekirîye û her çiqas beyanek resmî tunebe jî PDK-Bakur dixwaze di referandûmê de alîgirên xwe serbest bihêle.

Mixabin di bûyereke ku hemû Kurdan qandî hev eleqedar dike, partî û hêzên Kurdistanî nikaribûn werin ba hev û helwestek muşterek bigrin. Hêzên bakurê Kurdistanê herçiqas ji tiradîsyoneke bi vî rengî bêpar bin jî, piştî tecrûbeyên salan divîyabû bi hindikayî bihatana ba hev, bi dezgehên sivîl re dîyalog danîna û ji bo helwesteke hevpar a Kurdistanê bixebitîyana. Biryar çi dibû bila bibûna, xelet an rast; helwestek hevpar gelek girîng bû. Ew helwesta hevpar ewê di ser rîya wek milet tevgirêdanê de refleks û reaksîyona me xurtir bikira.

 

HDP NE LI DÛ HEVKARÎYÊ YE, JI BO HELWESTA XWE LI DÛ PIŞTGIRA YE

Wek hemû hilbijartinên berê, vê carê jî HDP/BDP helwesta xwe ya klasîk dubare kir. HDP/BDPa ku her tim hevkarî û dîyalogê bi lêv dike, vê carê jî ji bo helwestek hevpar tilîya xwe neleqand. HDP aşkere kir ku ”Ji bo welatê hevpar û cumhûrîyeta demokratîk” wê here ser sandoqê û wê dengê ”na” bi kar bîne. Lê piştî ku helwesta xwe dîyar kir, hîn nuh dîyalog û hevkarî, yekdengî û yekrêzî hat bîra wan, heyeta wan partî bi partî digerin, da ku ji helwesta partîya xwe re piştgiran peyda bikin. Ew ne li dû hevkarî û yekrêzîyê ne, ew ji bo helwesta xwe li dû piştgir û alîgir civandinê ne.

 

HELWESTA PARTÎYÊ Û DEMOKRASÎYA NAV PARTÎYÊ

Demokrasîya nav partîyên Kurdistanî bi bûyerên weha îmtihan dibe. Prosesa helwest girtinê ji Komîteya Rêveber berfirehkirina bi Meclîsa partîyê, ji Meclîsa Partîyê berfirehkirina li hemû organên partîyê di rîya demokrasîya nav partîyan de gavên girîng in. Ji ber vê yekê biryara PAKê ya munaqeşekirina helwestgirtina di referandûmê de cîyê şanazîyê ye. Ev gavana ji bo bilindkirina standardê demokrasîya nav partîyên Kurdistanî destkeftî ne. Taybetî biryara PAKê ya munaqeşeya nav partîyê di rayagiştî de vekirî, gavek pêştetir bû û ev yek ji bo partîyên Kurdistanê cara yekem bû.

Herçiqas demokrasîya nav partîyê mefûmeke xwezayî be jî, lê mixabin heta nuha di vî warî de li Kurdistanê me îmtihanek baş nedaye. Gelek caran siyaseta partîya gotina devê serok an ya du-sê ”kadroyên sereke” bûne. Hîn ji vîya xerabtir, hin partî ne di hilbijartina rêvebirên xwe, namzetan xwe û ne jî siyaseta partîya xwe, bi destê xwe bûne.

Lê PAK jî têde partîyên me divê li hember bûyerên weha yên demî prosesa biryar girtinê hîn bi lez û întensîv bi kar bînin. Hîn jî PAK, PSK û her du KDPyan helwesta xwe ya referandûmê tesbît nekirine. Divê meriv vê yekê wek kêmasîyeke mezin tesbît bike.

 

REWŞA ME Û RASTÎYA ME

Heger em Cumhurîyeta Tirkîyê bas bigrin, roja Cumhurîyeta Tirkîyê ava bûye heta nuha tu Qanûna Esasî hebûna Kurd û Kurdistanê nas nekirîye. Li ser hebûna yek welat û yek milet hatîye avakirin; miletê Tirk. Di Qanûna Esasî de ne Kurd û ne jî Kurdistan heye.

Ev rastî maf dide Kurdistanîyan ku bi tu awayî paxafê ji Qanûna Esasî û bi hemû muesesên xwe ve ji dewleta Tirk nekin. Li tu qanûnan riayet nekin, ji bo Kurdistan û Kurdistanîyan çi meşrû be bêyî ku li qanûnên Tirkîyê re digunce an na, mêze bikin li gor rastîya xwe tevbigerin.

Lê mixabin polîtîkayên mêtingehkarî yên sedsal e, ku civata Kurd wesle wesle kirîye, hişyarîya netewî lokalîze kirîye, di sewya herêm, eşîret û bavika de hêştîye, rê û firsend ji bo tevgereke xurt a netewî girtîye. Ji ber vê yekê ye, demek dirêj Kurdistan ”şerq” bû, ”rojhilat” bû, Kurdistanî jî ”gelê şerqî an rojhilatî” bûn. Ji ber tevger ne xurt bû ji bo guhertinên biçûk li gor demê dibûn hevalbendê partîyeke Tirk. Salên 70yî bi hişyarîya netewî tevgera Kurdistanî ji ya Tirkîyê dûr ket, organîzyonên xwe yên sivîl û sîyasî ava kirin. Partî û organîzasyonên Kurdistanî di salên 80, 90 û 2000î de hilbijartin û bûyeran de xwestin helwesteke Kurdistanî bigrin; carna namzedên xwe di nav partîyeke Tirk de nîşan didan carna jî weke namzedên serbixwe û carna jî boykot kirin. Partîyên Kurdistanî û Tirkîyê ji hev dûr ketin, hejmara Kurdistanîyên ku di partîyên Tirkan de ne her çiqas diçû kêmtir dibûn.

Îroya me li ser vê rastîyê hatîye avakirin. HDP bi dengdêrên xwe yên ku sedî 99 Kurdistanî ne, piştî 40 salî li derveyî trendê, xwe wek partîya Tirkîyê lanse kir û di hilbijartin û bûyeran de wek partîyeke Tirk helwest girt. Vê yekê di  bloka Kurdistanî de texrîbatên mezin vekir. Vê yekê di bûyerên netewî de pêşî li ber avakirina yekrêzîyeke xurt a hêzên netewî girt.

 

NA AN BOYKOT

Em werin ser roja xwe ya îroyîn. Di şertên ku hemû hêzên Kurdistanî helwesteke muşterek bigirtana û referandûmê protesto bikirana, bi boykoteke bi tesîr ku li Kurdistanê ji % 50 zêdetir, gel neçûna ser sandoqan wê tesîreke gelek mezin li dewleta Tirkîyê bikira, rihê netewî yê Kurdistanê bilind bikira û vê bûyerê wê li hemû dinyayê deng veda.

Bêyî HDP/BDP ku hemû hêzên Kurdistanî di nav xwe de li hev bikirana biryara boykotê bidana û bi kampanyeke xurt dîsa tesîreke mezin wê li ser civata Kurdistanê bihêşta, bibûna vejîneke nuh ji bo xurtkirina xeta netewî. Mixabin ew jî ji dest çû.

Di van şertan de helwesta PAKê ya bi serê xwe ya boykotê tesîrek mezin wê neke. Lê “Na”yek xurt a Kurdistanê wê ji dewletê û dinyayê re peyama ku Kurd li hember Qanûna Esasî ne, li hember kiryarên Erdogan yên Kurdistanê ne. Bi gotineke din Kurdistanî ne Qanûna Esasî ya nuh dixwazin û ne jî Erdogan dixwazin. NA ya me û NAya HDP/BDP jî û ya CHP û Kemalîstan jî ne yek e. NAya li hember Qanûna Esasî ya nuh, ne parastina ya kevn e.

Boykot a PAKê bi serê xwe xeynî helwesta ku em xwe bidin îspatkirin ku em Kurdistanî ne, di vê referandûmê de, di van şertên heyî de dê tesîrek mezin neke. Bifikirin ku me boykot kir û encama referandûmê bi hejmarek gelek hindik erê derket, wê demê boykota me di pratîkê de dibe erêkirina Qanûna Esasî ya nuh û erêkirina rejîma Erdogan. Ez navê vê helwesta NAya PAKê datînim polîtîka aktîv û dînamîk. Qezenckirina NAyê wê rejîmê bihejîne, wê krîzeke nuh di rejîma Tirkîyê de veke. NAya me ne spesifik ji bo vê Qanûna Esasî ye, NAya me ji bo hemû Qanûnên Esasî yên pêşerojê ku li ser esasê înkarkirina Kurdistan û Kurdistanîyan lê bûye.

Belê divê em Qanûn Esasiyek demokratîk, li federalîya Kurdistan û Tirkiyê bidine pêş. Divê em bêjin di Qanûn Esasîyê de divê miletê Kurd û zimanê Kurdî bê qebûlkirin. Divê ji bo Kurd û Kurdistanê, em bêjin ji şerê heyî re, ji rewşa awarte re, ji Qanûn Esasîya heyî re, ji 18 xalên guhertinê re jî bêjin NA.

Naya me bi naveroka xwe Nayeke, ji desthilatîya dewleta Tirk a li Kurdistanê.

Herî dawî dixwazim çend gotinan li ser helwesta hinek partîyên ku hevalbendê xwe serbest berdane, bibêjim. Bi ya min ev helwesteke ne siyasî ye. Nabe ku aliyekî Kurdan helwesta xwe weha şêlû bigrin. Helwestek weha li gel “na” û boykotê, “erê” jî dihewîne.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin