Rejîma Esed rûxiya: Koçber ref bi ref berê xwe didin Sûriyeyê
.
Li gorî amaran di 2 rojên piştî têkçûna Hikûmeta Suriyeyê ji Tirkiyeyê nêzîkî 3 hezar koçber û penaberan vegeriyane Sûriyeyê.
Li deriyên sînorî jî amadekarî ji bo vegera koçber û penaberan hatiye kirin.
Her koçber û penaberê ku bixwaze vegere pêwîst e nasnameya ku Hikûmeta Tirkiyeyê dayê radest bike û çi ker û deynên wî nebin.
Deriyê Sînorî yê Babil Hewa ye û ji aliyê Tirkiyeyê navê vî dervazeyî Cilvegozû ye.
Di dema destpêka şerê navxweyî yê Suriyeyê de koçberên Sûriyeyê bi rêya deriyên Sînorî yên Babil Hewa û Cîlveguzuyê berê xwe dabû Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Piştî helweşîna rejîma Sûriyeyê heman koçber û penaber vê carê ji bo çûna welatê xwe ketin dorê.
Koçberê Sûriyeyî Mustafa Elbeşîr got, "8 sal in ez li Tirkiyeyê me, min li bajarê Muglayê kar dikir.
"Niha welatê me azad e"
Spas ji Xwedê re niha welatê me azad e. Tiştekî xirab nebe û ez vedigerim welatê xwe."
Koçberê Sûriyeyî Enwer Şerîf wiha anî ziman, “Ez 8 sali in Tirkiyeyê me. Tirkiyeyê gelekî alikariya me kir.
Ji dermanên zarokên me heta hemû pêdivîyên me dabîn kirin. Ez dubare dubare spasiya Tirkiyeyê dikim."
Li gorî daxuyaniya Wezarata Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, her koçber û penaberê bixwaze vegere suriyeyê pêwîst e nasnameya ku Tirkiyeyê dayê radest bike û ti deyn, ceza û dosyayên wî nebin.
Koçber Ebdulah Hesen got, "Em spasiya hemû xelkê Tirkiyeyê dikin. 13 sal in me dihewînin.
Niha jî ez vedigerim. Spas ji Xwedê re bajarê min bi destê artêşa azad hate azadkirin.
Mixabin ez nekarim beşdarî şer bibim lê birayên min di şer de bûn. Niha jî dema vegerê ye."
Li gorî amareke ne fermî, di her du rojên piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê ji Deriyê Sînorî yê Babil Hewayê nêzîkî 3 hezar koçber û penaberên Sûriyeyî vegeriyane ku piraniya wan jî Heleb û Hamayê ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin