Rêjîma Îranê 4 kes li girtîgehên xwe li bajarên “Zahidan û Bîrcend”ê de bidar vekirin
.
4 kes li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Zahidan û Bîrcend”ê de hatine bidarvekirin ku pêştir bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Pêka rapora “Resedê Belûçistan”ê li sibêdeha roja Duşemî 19ê Sermawezê, “Xudabexş Qenberzêhî (Berahûyî) yê temen 40 salî ku bavê 8 zarokan e, Omîd Husêynzayî yê temen 33 salî û girtiyek din ê bi nasnavê “Direxşanî” ku navê wî nehatiye zanîn” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li sibêdeha roja Yekşemiyê jî “Ebdulxefûr Rezmdidê Rîgî” temen 45 salî yê xelkê bajaraê Zahidanê ku bavê 4 zarokan e, bê hevdîtina dawî digel malbatê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê de hatiye bidarvekirin.
Pêka dawî raporan, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de 11 kes bo odeya takekesî bi armanca bidarvekirina wan hatine veguhastin.
Rêjîma Îranê bidarvekirina xelkê wek alaveke tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi kar tîne û rêjeya bidarvekirin û sepandina sizayên giran bi ser xelkê ji aliyê rêjîma Îranê ve roj bi roj zêdetir û lezgîntir dibe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin