Rejîma Îranê 8 kurd destgîr kirin

Rejîma Îranê 8 kurd destgîr kirin

.

A+A-

Di rojên derbasbûyî de, herî kêm 8 kurd ji alî hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya rejîma Îranê ve hatin destgîrkirin. 

Hat ragihandin ku ew ev kes in: Parsa Rostemî, Perwîn Edwayî, Nasir Ehmedzade, Efşîn Mistefapûr, Ferzad Hemîdî, Zagros Resûlî, Şêrzad Qale û Parsa Rehîmî. 

Saziya Mafên Mirov a Hengawê radigihîne ku ev destgîrkirin li gelek bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine.

Li gorî Hengawê; li Mehabadê, Nasir Ehmedzade (33) û Zagros Resûlî (aktîvîstê siruştê) roja yekşemî, 26ê çileya 2025an hatin destgîr kirin. Efşîn Mistefapûr (45) roja şemiyê, 25ê çileyê li Nexedeyê hat destgîrkirin û xistin girtîgeha Nexedeyê. Ferzad Hemîdî (36) roja şemiyê li Kamêranê hate destgîrkirin. Şêrzad Qale roja pêncşemî, 23yê çileyê li gundê Nistanê yê bi ser Rebetê hate destgîrkirin. Parsa Rehîmî û Parsa Rostemî (17) roja çarşemê, 22yê mileyê li Sineyê hatin destgîrkirin. Perwîn Edwayî (aktîvîsta mafê jinan) jî roja yekşemê, 26ê çileya 2025an li Merîwanê hate destgîrkirin.

Hengaw diyar dike ku ji van 3 kes ji ber hinceta grevgirtina Rojhilatê Kurdistanê hatine destgîrkirin ku bi mebesta nîşandana nerazîbûnê derbarê cezayê bidarvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Miradiyê de 22yê çileya 2025an pêk hat.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin