Rejîma Îranê di meha çileya 2025an de 213 kes girtin: 108 kes kurd in

Rejîma Îranê di meha çileya 2025an de 213 kes girtin: 108 kes kurd in

.

A+A-

Rejîma Îranê di meha çileya 2025an de, herî kêm 213 kes girtin ku 108 kes ji wan kurd in. Hate diyarkirin ev amarên girtinê ji yên meha 12yan a 2024an, % 40î zêdetir bûne.

Li gorî belge û statîstîkên li ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê; di meha çileya 2025an de, herî kêm 213 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Ev amar bi qasî % 40î zêdetir in ji yên meha 12yem a 2024an ku 152 kes tê de hatine girtin.

Herî pir kes kes li parêzgeha Xûzistanê hatine girtin ku 50 kes in û bi piranî ereb in.

Li Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê 46 kes hatine girtin ku di rêza duyemîn de ye û bi piranî kurd in.

Li Sineya Rojhilatê Kurdistanê 42 kes hatine girtin ku hemû jî kurd in.

Li Sîstan û Belûcistanê, 25 kes hatine girtin ku piraniya wan belûc in.

Her weha, bi dorê li parêzgeha Kirmanşan 17, li Îsfehanê 12, û Xurasana Rezewî 10 jî kes hatine girtin. Li Xurasana Rezewî, ji van 10 kesan 6 belûc, 3 fars û kesek jî kurd e.

Rejêma Îranê kurd û belûcan ji ber netewetiyê digire, lê li gorî amarên Hengawê, wê her weha civakên olî/mezhebî jî ji xwe re kiriye armanc ku di nav van girtinan de, ku 26 aktivîstên sunî, 11 kesên behayî û 2 aktivîstên yaresanî ne.

Di meha çileya 2025an de, herî kêm 20 aktivîstên jin û 3 zarok jî hatine girtin ku di bin 18 saliyê re ne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin