Rejîma Îranê dîsa hêrişî kolberan kir: Yekî can da 4 birîndar bûn

Rejîma Îranê dîsa hêrişî kolberan kir: Yekî can da 4 birîndar bûn

.

A+A-

Hate ragihandin ku hêzên sînorî yên rejîma Îranê, li ser sînorê Herêma Kurdistan û Rojhelatê Kurdistanê kolberan gulebaran kirine û di encamê de kolberekî xelkê Selasî Bawacanî canê xwe ji dest daye û 4 kolberên din jî birîndar bûne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) bi daxuyaniyekê da zanîn ku “Îro danê sibê, hêzên çekdar ên rejîma Îranê, li devera Nawsûdê ya parêzgeha Kirmaşanê, gule li karwaneke kolberan reşandine û di encamê de 5 kolber birîndar bûne.”

Hengawê diyar kir ku yek ji wan kolberên ku birîndar bûne yê bi navê Eyûb Mihemedî yê ji Selasî Bawecanî, piştî ku ji bo Nexweşxaneya Qudsê ya bajarê Paweyê hatiye rakirin, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest dayi.”

Hengawê herwiha da zanîn ku 4 kolberên din ên birîndar jî, ji aliyê tîmên tenduristiyê yên heman nexweşxaneyê ve hatine dermankirin, lê belê ji ber ku her çar birîndar li beşa lênihêrîna hûr in, rewşa wan a tenduristiyê nehat eşkerekirin.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, bi rêyên dijwar û çiyayî, têne ser sînorên Herêma Kurdistanê û karê veguhestina kelûpelan dikin, lê belê salane hejmarek ji wan bi guleyên hêzên Supaya Pasdaran a rejîma Îranê tên kuştin û birîndarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin