Rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê, zêdetir ji 21 kolber birîndar kirin
.
Hêzên çekdar yên rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê de êrîş kirine ser komek ji kolberan û dane ber guleyan ku di encama teqa hêzên rêjîmê de, zêdetir ji 21 kolber birîndar bûn.
Pêka rapora Ajansa mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, demjimêrên şevê, Şemî 5ê Reşemeya 1402 a Rojî, hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li bajarê Newsûdê, êrêş kirine ser komek ji kolberan û dane ber gulleyan û zêdetir ji 21 kolberî birîndar kirine.
Pêka vê raporê nasnameya hejmarek ji wan kolberan hatitye zanîn ku ewin “Mobîn Keremî” yê xelkê bajarê Sinê, “Bêhnam” xelkê bajarê Merîwanê, “Foad Feyzî” ê xelkê gundê “Hişmîz”ê ser ber bajarê Sinê, “Mîlad” ku nasnavê wî nehatiye zanîn û “Ferzad Rostemî”, û zanyariyên zêdetir dê piştre bêne belavkirin.
Pêka rapora Kurdpa yê hêzên çekdar yên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê, teqe li wan kolberan kirine û pişt, serî, dest, pê û serûçavên wan kolberan birîndar kirine.
Ew kolberane bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.
Herwisa Kolbernewsê jî ragihandiye ku yek ji wan kolberên birîndarbûyê zarok e.
Çavkanî: Kurdistan Media
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin