Rêjîma Îranên çendîn girtiyên din li girtîûgehên xwe de bidar vekirin

Rêjîma Îranên çendîn girtiyên din li girtîûgehên xwe de bidar vekirin

.

A+A-

Ji destpêka heyva Xezelwerê ve heta niha zêdetir ji 95 kes li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin û bi awayê nêvincî, her rojê 5 kes li girtîgehêpn rêjîmê de tê bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî, Sadiq Xurşîdî yê temen 32 salî li 17ê Xezelwerê li girtîgeha Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê, “Ceifer ferahanî” yê temen 36 salî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nêyşabûrê, “Mecîd Cemalî” û jinek ku nasnameya wê nehatiye zanîn li 18ê Xezelwerê li girtîgeha Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê, Îrec Şebdîz ê temen 40 salî û Elî Ehmedzade yê temen 47 salî li 20ê Xezelwerê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê de hatine bidarvekirin.

Herwisa Kiyanûş Kêyferî li 19ê Xezelwerê li girtîgeh Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê û Mihemednebî Papilzêhî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê, hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê li roja Çarşemî 16ê Xezelwerê de 12 kes li girtîgeha Qizilhisarê li bjarê Kerecê de bidar vekirin.

Ji 1ê Xexzelwerê heta 20ê  Xezelwerê zêdetir ji 95 kes li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin û bi awayê nêvincî, her rojê 5 kes li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin.

Ew rêjeye bi tenê haletên tomarkirî li xwe digre û amara serast a bidarvekirinan li Îranê de gelek zêdetir ji amarên tomarkirî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin