Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Resensîyonek li ser pirtûka nivîskar Björn Wiman

A+A-

Nuri Aldur

Navê pirtûkê: EN SAL PÅ LASARETTET. En berättelse om min mamma, tuberkulosen och folkhemmet.

Förlag: Norstedt 2022

Pirtûk 407 rûpele

Nivîskar Björn Wiman ev pirtûka xwe li ser dema zaroktîya dîya xwe nivîsîya, an jî li ser nexweşîya dayika xwe di dema zaroktîya wê de ku bi nexweşîya weremê/êşa zirav ketibû ev pirtûk/rapor anjî roman nivîsîya. Ji ber wilo jî eve pirtûk, bi awakî otomotîkî, dibêt mîna bîygrafîya dayika wî. Lê di heman demê de dibêt bîyografîya nivîskar bi xwe û yan malbatê jî. Nivîskar xwe gelek westîyandîya anjî bi gotineke hê maqûltir wî lêkolînên gelekî kûr û hesas kirine heta ku ev berhem hatîya afirandin û gihiştîye destên xwendevanên xwe. Nivîskar di kar û armanca xwe de bi ser jî ketîye. Ew bi meteodeke nazik, hûr hûr û bi detalyan re xebitîye û wî eve pirtûka bi naverok û dewlemend amadekirîye.                                                              

Pirtûk ne tenê li ser nexweşî û zahmetîyên dayik anjî malbatêye, ewe dibêt mîna dokûmentek li ser tarîxa nexweşî û tendûrûstîya civak û welatê Swêdê jî, ewe li ser politîka û reformên di salên 1940 û 1950 an de ye, ewe li ser norm û standardên xelet û şaş yên di wên demêdene. Nivîskar jûrnalên doktor û nexweşxanan mîna çavkanî bi kar anîne. Lê wî ji gelek çavkanîyên din jî îstîfade kirîye: rojnameyên di demên 1940 û 1950 an de, kesên ku di wê demêde bi nexweşîya weremê ketibûn û mîna dayika wî li nexweşxanan razihabûn û hê li jîyanêne/dijîn û pisporên ku îroj li ser weremê dixebitin bersiva pirsên nivîskar yên dûr û dirêj daine.Divêt merov bibêjit BRAVO ji te re nivîskar Björn Wiman ku te berhemeke/raporeke anjî pirtûkeke /romaneke bi kalîteke baş û derecebilind pêşkêşîme xwendevanên xwe kirîye.

Nexweşîya weremê(tuberkulos anjî tbc) niha li Swêd nemaye ; lê hêjî li derne dinya feqîr heye û gelek can û cananan dikûjêye.

Pirtûk bi rexne û rexneyên bi gazin û dilşewatî tijîye. Doktoran/dewletê ew zarokên biçûk (dayika nivîskar hê 6-7 salîbû) ku bi nexweşîya weremê bûn li nexweşxaneyên hinekî dûr dirazandin û van zarokan bi mehan û hinekan jî bi salan dê û bavên xwe nedidîtin û helbet eve ne tiştekî hêsane ku zarokên biçûk ji malbatên xwe qût dibûn: hîs, tendûrûstî, rewşa psîkolojî pêşeroja zarokan dixeste metirsîyande û kulturek taybet hem bi zarokanre û hemjî bi dê û bavanre çêdikir. Ji xwe eve, tema pirtûkê ku nivîskar her wê didê pêş û bi şûphe û rexneyî di hizirê û di xebitê.Tiştên herî ecêb ewe ku hinek kes hebûn(halxweş û rewşbaş) ku zarokên xwe yî bi weremê rênedikirin wan nexweşxanan û li malên xwe gûhdarîya zarokên xwe dikirin, her çîqas pêwîst jî bû ku wan rêkiribana, lê wan dê û bavan mîna doktoran nedikirin û zarokên xwe ji xwe dûr nedixistin. Ha li vir divêt eve jî bêt gotin ku dewra feqîrtî û dewlemendîtîyê anjî zanyarî û xezantîyê  jî rola xwe hebû.                                                                                      

Noktekedin giring heye ku nivîskar di lêkolîna xwe de liqayî gelek navên nas û meşhûr dibe ku ewan jî anjî kesên nêzîkî wan  bi vê nexweşîyê ketine û ew hinek ji wan kesan bi nav dike û çend kes ji wan evin: Cicero, Carl von Linné, P.C Jersild, Ivar-Lo Johansson, Torgny Lindgren, melîkên fransî Karl IX, Machiavelli, Olof Lagercrantz, Thomas Mann û gelek kesêndin.                                                                                                                               

Hinek gotinên baş û xweş ji pirtûkê:

 ”.., di dema aktîvbûna weremê de di broşûreke enformasyonê ji sala 1905 an evan malûmatan tên dîtin û xwendin, merov dibêt belkî ew qala pandemîya nû ya berî bi dû sê salan dike, na eve malûmat berî bi 124 salan hatîye nivîsîn:  destên xwe gelek caran bi sabûn û avê bişon, di dema kûxik û pişikandinê de desmaleke bidne ber devên xwe…rastgele tifnekin, eger mûmkûn bê dîstans karbikin…”.(1)

 

”…ew kesên nexweş divêt ji yên ne-nexweş dûrbibin, hem ji bo ku kesên nexweş rihet bibin, lê berî hemî tiştî da ew kesên saxlem bi vê nexweşîyê nekevin..”.(2)

 

”…bilindbûna standarda jîyana rojane, baştirbûna paqijîya civakê, demkinkirina saetên şixûl, reformên sîyasî yên qûralên wekhevîyê û helbet peydekirina dermanên nû ev nexweşî ji holê rakir…”(3)

ÇAVKANÎ

1: rûpel  105

2: rûpel  111

3: rûpel  345

563216609-e9251f09-ca9d-4fa5-8cfa-57d194bde9a2.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin