Resensȋyonek li ser pirtȗka nivȋskar Salman Rushdie.
Navê pirtûkê: KNIV
Förlag: Albert Bonniers, 2024
Pirtûk, 249 rȗpele
Di 12 ȇ meha tebaxa 2022 an de nivȋskar ji alȋyȇ terorȋstekȋve bi kȇrȇ hate birȋndarkirin, lȇ ji mirinȇ bi milȋmetre anjȋ bi sanȋya xelasbȗ. Hemȗ rȗpelȇn vȇ pirtȗkȇ li ser vȇ felaketȇye ȗ li ser teşebȗsa kuştina nivȋskare. Ez karim bibȇjim ku pirtȗk anjȋ tema´ye pirtȗkȇ bi dȗ alȋyan hatȋye nivȋsandin ȗ amadekirin:
Yek ji van alȋyan yȇn tibbȋ ȗ tendȗrȗstȋye ȗ alȋyȇndin li ser babetȇn psȋkolojȋ, sosyal ȗ hemȗ pȇvajoyȇn jȋyana nivȋskare ku bandora xwe li ser hiştȋye.
Beşȇ tendȗrȗstȋ ȗ tedawȋyȇ alȋyȇn herȋ zahmet ȗ bi kul ȗ derdana. Nivȋskar di vȋ alȋde gelek zahmetȋ, şepirzetȋ, perȋşantȋ dȋt; lȇ bi ked ȗ fedekarȋya xwe ȗ alȋkarȋya personal vegeriha ser jȋyana xwe yȋ piçek normal – balam bi saya gelek fedekarȋ ȗ qȗrbanȋyan: çavekȋ xwe hundakir, qirik, rȗ, dev ȗ ȗr ȇ wȋ hatine saqatkirin ȗ evan birȋnan hata hatayȇ li ser laşȇ wȋ wȇ dewsȇn xwe bihȇlin. Nivȋskar yek bi yek ȗ hȗr hȗr qala nexweşȋ ȗ tedawȋ ȗ kontrolȇn tibbȋ dike ȗ eve pȇvajoyȇ jȋyana wȋ hinek rehettir kir.
Di wan demȇn zor ȗ zahmetde nivȋskar weha dibȇjȇ: ”…dema mirin gelekȋ nȇzȋkȋ merov dibe, dinya derve pirr dȗr dikeve ȗ eve hȋsekȋ granȋ tenhatȋyȇ dide merov. Di van demȇn wilode hinek gotinȇn xweş, teselȋ ȗ qȗwetȇ dide merov. Hingȋ merov xwe tenȇ nabȋnȇ ȗ merov weha dihizirȇ ku ew kar ȗ keda ku merov kirȋye/dayȋye ne bele sebeb bȗ…. Nivȋskar axaftin ȗ beyanȇn Biden, Boris ȗ Macron wek xweşȋ, teselȋ ȗ piştgirȋ dibȋne”. (1)
Alȋyȇdin ku nivȋskar pir li ser disekine; rola evȋnȋ, dostanȋ ȗ peyvendȋyȇn ȋnsanȋne. Hevala nivȋskar/Eliza di vȇ dem ȗ rewşȇde alȋkarȋyeke bȇhempa dide evȋndarȇ xwe. Eger Eliza tunebana wȋ nivȋskar gelekȋ tenha ȗ şepirze bimana ȗ hingȋ jȋ belkȋ ew biserneketibana. Evȋnȋ ȗ xanima Eliza jȇre bȗ mȋna milyaketekȋ ku hate alȋkarȋya wȋ. Bȇ goman malbat(her du kurȇn wȋ, xwişk ȗ dostȇn wȋ) jȋ jȇre bȗ mȋna destek ȗ quwet ȗ ew li ser pȋyan hiştin. Beyan ȗ piştgirȋya hevkar, sȋyasetmedaran; moral ȗ enerjȋ didanȇde ȗ eve zanyarȋ dida wȋ ku ew ne tenhaye, ji ber ku ewan ȗ gelek kesȇndin ev barbarȋya terorȋstan lanet kirin ȗ piştgirȋya xwe bo nivȋskar ȋlan dikirin.
Nivȋskar zahmetȋke din ku di dema tedawȋya wȋ de bi ser ȇ wȋ hat bo me xwendevanȇn xwe, bi awakȋ nazik ȗ nefsbiçȗk dinivȋsȇ:”…zahmetȋyȇn min yȇn mȋzkirinȇ hebȗn, min gelekȋ ȇş didȋt dema ku min mȋz dikir, ji ber ku mȋz nedihat….Personal bi aletekȇ hatin ȗ gotin ku kȋsȇ te yȋ mȋzȇ tijȋye ȗ eve tehlȋkeye bo te…. ȗ piştre kȋsek bi organamin ve kirin ȗ eve bo min gelekȋ nexweş ȗ zahmetbȗ… ev cara yekem bȗ ku kȋsȇ mȋzȇ bi mi ve dikirin ȗ hȋsne nexweş didana min..”(2)
Tiştȇ herȋ xweş ewe ku nivȋskar bangȋ xwendevanȇn xwe dike ȗ dibȇje ku eger ev tişt bi serȇ we werȇ, hun dev jȇ berdin ȗ kȋs bikarneyȇnin.
Çavkanȋ:
1) rȗpelȇn, 172 -173.
2) rȗpela 104 an.
Nuri Aldur
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin