Resensîyonek li ser pirtuka nivîskar Sofia
.
Nuri Aldur
NÄSSTRÖM.Professor i statsvetenskap vid Uppsala universitet, med särskild inriktning mot politisk filosofi.
Navê pirtukê :Demokrati – EN LITEN BOK OM EN STOR SAK. Historiska Media 2021. Pirtûk 221 pele.
Xwendevan; bi gotinên mîna ku demokrasî gelekî giringe - bandora demokrasîyê li ser jîyana me hemî kesan heye - gotin û hizrên herkesî jî divêt cîhê xwe hebêt û ewan hizran bên dîtin û guhdarkirin; dikevê nav nivîsa vê ”pirtuka biçuk, lê li ser tiștekî mezine.” Nivîskar bi bawerîyên feylezofê mezin Platon dest bi tema ye xwe dike. Li gor Platon demokrasî îdara herî bașe bo kesên hejar û belengaz. Feqîr û hejar piranîya kesanin di civakande û bo wilo jî pêwîste evan kesan û grûban xwedî hikm- û quwetbin û hingî jî eve dibe demokrasîya herî baș û rast. Nivîskar/Sofia Näsström dibêje ku ”demokrasî” karêt bi van gotinanjî bêt binavkirin: ”…îdare gel, hikmê gel, qîmetê insanan, meclîs, îdara pirranîyê, hevparkirina hikm bi adalet, azadî, wekhevîya sîyasî…”(1) Di vê temayêde(di demokrasîyêde) bê goman ekonomî û sîstemên cûda yên idareyên ekonomî bingehên sîstema demokrasîyêne – lê helbet ewan îdareyên ekonomî yên jev cûda dikarin bibne bingehên sîstemên din jî, ango sîstemên ne demokrasîjî. Wek mîsal îroj li hinek welatan, rejîmên demokrat û li hinekedinjî yên ne-demokrat anjí otorîter/dîktatur hene û ev têt wateye ku bê ma li wî welatî çi îdare anjî çi modelên ekonomiyê hatîye hilbijartin û qabûlkirin giringe. Ekonomî(bac,kapîtal,faîz,valuta ûhw.) projeyên sîyasî, dad û enstîtû krîterên dewletbûyêne anjî fenomenên ku dewletê avadikin û reng û dengê dewletê dîyardikine. Sîstema welatek bi formê îdareye ekonomî têt dinasîn û binavkirin. Bi kurtayî merov karê bibêjit ku reng û dengê ekonomîyê, krîtera herî bingehîne ku navê sîstema dewletê anjî civakê kifșdike û binavdike. Wek mîsal em karin weha bibêjin ku eger li welatek șirketên herî mezin û dewlemend șexsîbin/ferdîbin û li wir xwedî gotin û hikmbin û eger hingî piranîya karker û hejaran ne-xwedî hikm û gotinbin eve nabê demokrasî anjî eger evan șirketan yên grub, komala û dewletanjîbin, lê eger ti rol û fonksîyana karker, hejaran û gel nebêt eve jî ne domokrasîye. Demokrasî navê sîstema ku hemî kes xwe têde dinasê, hîsdike û xwe wek hemî hemwelatîyên xwe yên din dibîne. Hilbijartinên serbest û azad krîterekedin ya herî giringe ku merov bikarê sîstemekê bi demokratî binavbike. Li vir navê ideolojî û felsefa sîyasî(konservatîzm-liberalîzm – sosyalîzm) ne pir giringe, ya giring ewe ku krîterên demokrasîyê(ekonomîke hevpar, hilbijartinên azad, paralamentarîzm, media serbixwe/hizrên azad ûhw.) hebin. Kes û kesên kenservatîv, lîberal anjî sosyalîst karit bibne demokrat; eger ew û ewan hevalbendên sîstema demokrasîbin.Bê gûman kes û rejîmên otorîter anjî dîktatorjî dibêjin ewan demokratin – lê der û dor, komale û organîzasyonên nav walêt û yên derveyî walêt ne korrin û ne kerrin: ewan dibînin, hisdikin, guhdarin û pîvan- û wezinandinên wan yên teknîkî, sîyasî, însanî ûhw. hene ku ewan karin sîstema waletekî bi çi navî îlanbikin. Di welat û civakên demokratde bawerîya hemwelatîyan bi dezgeh- û enstîtûyên dewletê têt, hemwelatî șûphe nakin ku hilbijartin bi hîle- û sextene, li walêt û di civakêde hûzûr û rihatî heye, sîstema pir-partîtîyê heye, rûmeta parlamento/media/dad û dadgehîye li cem hemwelatîyan bilinde û ji wan baș- xweș bawerin. Emê li vir mîsaleke ne-demokratî anjî populîzm/popûlîst bo xwendevanan pêșkêșbikin: serokwezîrê Macarîstan, Viktor Orban, xwe wek demokrat dizanê û bê gûman kes nabêje ez ne-demokratim – lê fenomena popûlîzmê jî awakî ne-demokrasîyêye. Viktor Orban weha dibêje: ”Eger darek ketibê ser rê û rê asêkiribê, pêwistî bi sîh zilamên bi qûwet heye ku herin wê darê ji wir rakin û ti pêwîstîyan teorîyan li vir tûneye”.(2) Helbet pirs- û pirsgrêkên sîyasî/civakî ne mîna pirsên darêne û ewan ne wilo hêsanin. Armanca Orban ewe ku demokrasîya herî baș ewe ku șaxsek/ferdek biryaran bidê û bêyî ku mûxalefet têkildarîya prosesê bibe.
Çavkanî: 1) rupel 12, 2) rupel 100-101
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin